Hejmara 3. a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket

Hejmara sêyemîn a Kovara Jinên Ciwan a Welatparêz (Yurtseve Genc Kadin) derket. Di hejmara vê carê ya kovarê ku bi dirûşmeya; “Cewhera Sosyalîzmê Têkoşîna Kedê Ye” derketiye de ji gelek gotarên cihêreng bi taybetî şehîdên meha Gulanê re cih hatiye dayin.

Hejmara Gulan-Hezîran ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz ku weke kovareke înternetî weşana xwe didomîne, bi dirûşmeya “Cewhera Sosyalîzmê Têkoşîna Kedê Ye” hat weşandin. Edîtorên kovarê bi kurte daxuyaniyekê wiha behsa derketina hejmara 3. a kovarê kirine;

“Hejmara sêyemîn a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi xwendevanên xwe re dicive. Hejmara Gulan-Hezîranê ya kovara Yurtsever Genç Kadın ku du mehan carekê bi dirûşmeya “Jin li her derê çavkaniya jiyanê ye” derdikeve, derket.

Ev hejmara kovarê bi dirûşmeya “Cewhera Sosyalîzmê Têkoşîna Kedê ye” li benda xwendevanên xwe ye. Di kovarê de ji 1’ê Gulanê heta 30’ê Hezîranê gelek mijarên taybet hatine destgirtin, di vê hejmarê de behsa Şehîdên meha Gulanê jî tê kirin.”

Sernavên nivîsên vê hejmarê wiha hatiye destnîşankirin:

“Perspektîfa Rêbertiyê

Perspektîfa Jinên Ciwan

'Fêmkirin û Ronahîkirina Jiyanê'

Dosyaya bi navê 'PKK Partiya Karker û Kedkaran e'

Portre

Bi şehîdan re diyalog

Jina Ciwan a Welatparêz

Ji Pênûsa Gerîla

Jina Berxwedan

Huner û Çand

Têgîn

Mîzah.”

Her wiha di kurte daxuyaniyê de hatiye gotin ku di vê hejmarê de cih ji gotarên têkildarê Şehîdên meha Gulanê re hatiye dayin û bi vê gotinê bi dawî bûye; “Kovara 'Jinên Ciwan ên Welatparêz' bixwînin, bidin xwandin û bi ruhê jinên ciwan berxwedanê bigihînin serkeftinê.”