Jinên ciwan ên ji Rojava tevlî nav refên gerîlayan bûn

Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ciwan tevlî nav refên gerîlayan dibin. Komek jinên ji Rojava jî tevlî nav refên gerîlayan bûn.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê û ser tevahî Kurdistan û çiyayên wê ve dewam dikin. Herî dawî jî êrîşên dagirkeriyê yên ser Avaşîn û Zap ve hatî destpêkirin, ji aliyê gelê Kurd û Kurdistanî ve rastî bertekeke mezin hat. Bi taybet ji aliyê ciwan û jinên ciwan ve li seranserî Kurdistanê û derveyî Kurdistanê hem bi çalakiyên xwe, hem jî bi tevlîbûna nava refên gerîla bersiveke xurt hat dayîn û hîn jî tê dayîn.

Tevahî civak kurd, di nav de ciwan û jinên ciwan yên ku bi stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî hatine rêxistinkirin, tu carî li hember êrîşên dagirkeriyê ji têkoşîna xwe gav paş de navêjin. Herî dawî ji bo bersivdayîna vê pêvajoyê ciwan û jinên ciwan li ser daxuyanî û nirxandinên PKK û PAJK’ê ve berê xwe didin nava refên gerîla. Li ser vê bingehê komeke ji jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê, li hember hemû êrîşên dagirkeriyê berê xwe dan nava refên gerîla. Di nava daxuyaniya ku ji aliyê jinên ciwan de hatiye dayîn tê gotin ku wê jinên ciwan tu jî dijminatiya PDK’ê ya li dijî gelê kurd qebûl nekin û li hemberî van tevahî kiryaran tevlîbûna nava refên gerîla weke bersiv û helwesta herî xurt ya vê pêvajoyê ye.

Di heman demê de jinên ciwan bang li tevahî ciwan û jinên ciwan kirin ku ew jî werin li dijî dagirkeriyê di xeta pêş ya şer de cihê xwe bigirin û tevlî nava refên gerîla bibin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Di serî de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Rêber Apo, ku bê navber tê ferzkirin, em weke beşeke herî mezin ya şerê cîhanê yê sêyemîn dinirxînin. Ji ber ku Rêber Apo di sedsala 21’yemîn de temsîliyeta tevahî mirovahiyê dike. Ji ber vê jî armanca yekemîn a hêzên hegemonîk ew e ku di Kesayeta Rêber Apo de tevahî mirovahî, di serî de jin û ciwan û tevahî civaka demokrat bi temamî ji nava rûpelên dîrokê derxînin û şopên wan nehêlin. Di heman demê de ev şerên ku ji çiyayên Kurdistanê dest pê kiriye û li tevahî Kurdistanê belav bûye, berdewamiya polîtîkayên ku li Îmraliyê tên meşandin e.

Weke tê zanîn ji bo ku bi navê Kurd tu hebûn ser rûyê cîhanê nemîne hemû hêzên desthilatdar û dagirker, di serî de jî PDK’ê di nava li hevkirinên mezin de ne, ji bo ku tevgera azadiyê ya gelê Kurd PKK’ê bê tasfiyekirin, hemû hêza xwe dane vî şerî. Em jî li hember vî şerî ji bo pûçkirina polîtîka û armancên wan ve, têkoşîna xwe bi ya gerîla re dikin yek. Em li hember PDK’ê ya ku bi awayekî aktîv cihê xwe di nava vî şerî de, di xeta dijminatiyê de digire, ya ku alîkarî û destûr dane hêzên faşîst ku karibin dora gerîla bigirin dîsa PDK’ê bi xwe ye. Divê were zanîn ku dewleta Tirk û hemû hêzên pişt perde PDK’ê tenê ji bo berjewandiyên xwe yên dagirkeriyê bi kar tînin. Lê em ê tu carî PDK’ê efû nekin û hesabên dîrokî jê bipirsin.

Bêguman ku li hember vî şerê qirêj pêşengiya têkoşînê bike jî ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê ne. Di serî de em weke jinên ciwan êrîşên dijmin ên taybet ku dixwaze di şexsê jin de civakeke kole ava bike, red dikin. Li hemberî wê em weke jinên ciwan ên ku bi welat, şoreş, partî, gel û Rêberê xwe ve girêdayî ne pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Em ê xeta azadiyê ya ku Rêber Apo pêş xistiye biparêzin û hîna xurtir bikin. Li ser vî bingehî jî em weke jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê û bi ciwantiya Kurdistanê, xeta têkoşîna azadîxwaz a şehîd Şaristan Farqîn ku li Zap bi lehengî şer kiriye, weke pîvan wê ji xwe re esas bigirin, bi rihê tevahî şehîdên şoreşê em ê tevlî vî şerî bibin û ji bo tolhildana tevahî şehîdan em xwedî îdîayên mezin in.

Di dawiyê de bangawaziya me ji bo tevahî ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê û bi taybet ji bo jinên ciwan ên Başûrê Kurdistan, ew e ku li dijî dijminatiya PDK’ê cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin û xwe bi ruhê berxwedana gerîla ya ku serkeftinê misoger dike, ji bo şoreşa li Kurdistanê pêşengtî dike bibin yek. Di heman demê de em bi têkoşîna gerîla li Kurdistanê serkeftinên mezin îlan bikin û rejîma faşîst a Komara Tirkiyeyê hilweşînin û têk bibin. Niha li Kurdistanê jiyan şer e, bersiva wê ya herî rast jî bi tevlîbûna nava refên gerîla ye, li ser vî bingehî jî divê hemû ciwan û jinên ciwan werin tevlî nav refên gerîla bibin."