TJK-E: Em li Dusseldorfê li hev bicivin, rûmeta xwe biparêzin

TJK-E'yê ji bo çalakiya sibe ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir ku wê li dijî dagirkerî û xiyanetê bê lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li dijî êrişên dagirkeriyê yênd ewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteya xiyanetê PDK'ê di çarçoveya konsepteke hevpar de ji bo dagirkirina Kurdistanê û temamkirina qirkirina Kurdan, êrişeke nû dike. Bêguman ev êrişên dewleta Tirk a faşîst êrişa li dijî hêviya azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn, paşeroja gelan û şoreşa jinê ye. Dîktatoriya AKP û Erdogan bi polîtîkayên Neo-Osmanî dixwaze Kurdistanê dagir bike û derbê li statuya gelê Kurd bixe. Ev êriş êrişa jinûve dagirkirina Kurdistanê ye."

'PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANA TOPYEKÛN HEYE'

TJK-E'yê destnîşan kir ku ew ê van êrişên dewleta Tirk a dagirker ti carî qebûl nekin û got, "Em careke din dibêjin ku em ê Kurdistanê biparêzin. Li gel zêdeyî 50 sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê di 30'ê Nîsanê roja Şemiyê de bi dirûşma 'Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdistanê biparêze' meşek navendî lidar dixin. Di serî de jin em bang li Kurdistaniyan û dostan hemûyan dikin ku tevlî çalakiyê bibin. Êrişên komkujî û dagirkeriyê yên topyekûn bi berxwedaneke topyekûn dikare bên têkbirin.

Ji bo xwedîderketian li berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û parastina Kurdistanê di 30'ê Nîsanê de em ê li Dusseldorfê bin. Roj roja mezinkirina têkoşînê ye, bi ruh û sekna hevpar parastina rûmet, xak û destketiyan e."