Konferansa YPJ’ê: Jinên Kurd azadiyê tîne

Jinên ku tevlî konferansa YPJ’ê bûn diyar kirin ku berxwedan bi xwe re azadiyê tîne.

Konferansa YPJ’ê ya 3’yemîn ku li Hesekê li dar ketiye, bi axaftinên endamên Kongra Star, kesayetên nîştimanî û Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC) didome.

Berdevka Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir û berxwedana destanî ya YPJ’ê ya di oxira parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û destkeftiyên ku bi dest xistine, silav kir û got: “Bi saya fedakariyên YPJ’ê cîhanê dengê jinan bihîst û hêza wan nas kir.”

Lîlav Hisên teqezî bi rola xurt a YPJ’ê kir ku bandor li raya cîhanî û nêrîna wê ya ji şoreşa herêmê re kir û şoreşa herêmê ji şoreşên din cudatir kir. Her wiha diyar kir ku YPJ’ê roleke pêşeng di xurtkirina jinan de lîstiye.

Dayika şehîd Jînda Ronahî ku ji fermandar û damezirînerên YPJ’ê bû, Hemdiye Gutî jî axivî û rola mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir ku bi saya wî jinên Kurdistanê gelek destkeftî bi dest xistin, nexasim di aliyê leşkerî de û wiha domand: “Bi fikrên Rêbertî jin îro dikarin xwe biparêzin û ji zîhniyetên berê rizgar bûn ku hewl didin hebûna ferasetên paşverû têk bibin.”

Hemdiye Gutî wiha pê de çû: “Jina Kurd, roleke mezin di rizgarkirina bi hezaran jinan ji rêxistinên terorîst de lîst û azadî ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk anî. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir mînak û moralek da jinên din da ku rizgar bibin.”

Endama Koordînasyona Hêzên Parastina Civakî-Jin Zeyneb Efrîn jî diyar kir ku YPJ’ê cihê xwe di hemû eniyan de girt û ji bo ku jin roleke çalak di şoreşê de bilîzin fedakariyên mezin dan. Zeyneb hêviya serkeftinê ji konferansê re xwest.

Konferans bi xwendina rapora salê û kar û xebatên YPJ’ê, nîqaşkirina rewşa siyasî û rêxistinî didome.