Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokrat: Di 1’ê Gulanê de li qadan bin

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokrat bi daxuyaniyekê bang li hemû kesan kir ku di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li qadan bin.

Di daxuyaniya ku bi sernavê “Ji bo em cîhanek adil, wekhev û azad biafirînin em di 1’ê Gulanê de li qadan in” de hat gotin ku levîathanên kapîtalîzmê di şer de israr dikin, îfadeyên; ‘hikûmeta Ewrupa û raya giştî li dijî dagirkeriya Rusya ya li ser Ukranyayê derdikeve, lê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya derveyî sînorên xwe li ser herêmên Kurdan pêktîne, ji nedîtî ve tê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdêla şer gelên xizan, kedkar, jin û zarok didin. Yekîtiyê bang li hemûk kesan kir ku li dijî şer di 1’ê Gulanê de bibin xwedî helwest.