Li DYE'yê bi sed hezaran jin wê ji bo mafê kurtajê dakevin qadan

Li DYE'yê, Dadgeha Bilind li dijî jinan şer ragihand. Mafê kurtajê di nava 50 salên dawî de bi gefeke mezin re rû bi rû ye. Parêzvanên mafê kurtajê wê 14'ê Gulanê dakevin qadan.

Malpera Polîtîco di nûçeya xwe ya 2'ê Gulanê de ragihand ku Dadgeha Bilind xwe amade dike, biryara bi navê Roe vs Wade ya sala 1973'an betal bike. Biryara navborî bi navê mafê jiyana taybet misogeriya wî mafî ye ku Emerîkî li ser bedena xwe xwedî maf e.

DYE WÊ BI 50 SALÎ BI PAŞ BIKEVE

Metna ji 98 rûpelî wê heta 30'ê Hezîranê bê nirxandin. Eger dadgeha herî bilind a welêt vê pêş projeyê qebûl bike, wê her eyalet karibe li gorî xwe biryarê li ser kurtajê bide. Li gorî Polîtîco eger projeya kurtajê bê qebûlkirin DYE wê bi 50 salî bi paş bikeve.

Li gorî saziya bi n avê Center for Reproductîve Rîghts, nîvê eyaletan dikarin kurtajê qedexe bikin. Gûttmacher Înstîtute jî ragihand ku ji sedî 58 jinên di temenê ducanbûnê de ne, yanî nêzî 40 milyon jin li wan eyaletan e ku mafê kurtajê lê dikare bê qedexekirin.

Çep a Emerîkayê û parêzvanên mafê kurtajê jî li ser vê yekê ketin nava alarmê. Serokê DYE'yê Joe Bîden jî bang li hilbijêrên xwe kir ku di dema hilbijartinên giştî yên meha Mijdarê de dengê xwe ji bo mafê kurtajê bidin.

Gelek rêxistinên pêşverû gotin, "Em dest bi çalakiyan dikin" û bang kirin ku 14'ê Gulanê li gelek eyaletên DYE'yê dakevin qadan.