Li Tirkiyeyê di meha Nîsanê de herî kêm 24 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir di meha Nîsanê de mêran 24 jin kuştine û mirina 16 jinan jî bi guman e.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Nîsana 2022’yan eşkere kir. Li gorî daneyên di raporê de cih digirin, di meha Nîsanê de 24 jin hatine kuştin û 16 jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de tê gotin ji 24 jinan nayê zanîn 13 jin ji ber kîjan sedemê hatine kuştin û 10 jin jî dema xwestine ew û hevjînên xwe dest ji hev berdin hatine kuştin û jinek jî bi hinceta aboriyê hatiye kuştin. 

Di raporê de tê gotin ji 24 jinan 11 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, yek jî ji aliyê hevalê xwe berê ve, 7 jin ji aliyê hevjînên xwe yê berê ve, jinek ji aliyê lawê xwe ve û jinek jî ji aliyê kesek nehat nasîn ve hatine kuştin. 15 jin li mala xwe, 4 jin li kolanan, jinek di erebeyê de, jinek li kargehê, jinek li parkê û jinek jî li kêleka rêyek ku bêdeng e hatiye kuştin.