Jinên Mexmûrê gefên li ser Başaran şermezar kirin

Jinên Mexmûrê gefên polîsên Tirk ên li ser Ayşe Acar Başaran şermezar kirin.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar daxuyaniyek dan û gefên polîsên Tirk ên li ser Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran şermezar kirin.

Endamê Koordînasyona Meclîsa Îştarê Xantûr Kara di çalakiya li ber avahiya Meclîsa Îştarê de hat lidarxistin daxuyanî da.

‘KES NIKARE DEST DIRÊJÎ VÎNA ME BIKE’

Di daxuyaniya jinan de ev tişt hat gotin:

“Girîng e ku her kes di serî de jin û ciwan di her qada ku civak pêdiviya wan pê heye de gavên berbiçav bavêjin û li ser vê bingehê xwe birêxistin bikin. Divê em bi şîara 'Li dijî qirkirina jinê dema parastina jinên azad û civaka ye' pêngavekê biavêjin. Têkoşîna me ya li dijî qirkirina jinan û polîtîkayên qirkirinê yên pergala serdest a mêr û pergala faşîst a AKP-MHP’ê divê bibe têkoşîneke gerdûnî. Divê em vê gavê û gavên bi vî rengî biparêzin û berfireh bikin.

Îro em xwedî paradîgma û îdeolojiyeke wisa ne ku bersivê dide têkoşîna jinên cîhanê. Yek ji sedemên ku paradîgmaya Rêbertiyê di asta cîhanê de bi germî tê pêşwazîkirin û destpêkeke azadiyê ye jî paradîgmaya me ya jinê û îdeolojiya azadiya jinê ye. Her çendî asta xwedîderketina li Sîstema Neteweya Demokratîk di asteke bilind de be jî, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê her tim hewl dide vê pergalê hilweşîne û ji holê rake.

Em weke jin û civak di dîrokê de û di jiyanê de her tim bûne şahidê vê yekê, mînaka herî berbiçav bêguman qetilkirina Denîz Poyraz e. Ji bo faşîzm li ser gelê Kurd û Tirk bê avakirin, jinên berxwedêr ên weke Denîz, Ebrû, Sêvê, Fatma û Pakîze bûn hedef. Têkildarî vê yekê di 5’ê Gulanê de komek polîsên êrîşkar navenda HDP’ê kirin hedef. Bi taybetî ev êrîş di şexsê Ayşe Acar Başaran de li hemû jinan hate kirin. Ayşe Acar vîna me ye, kes nikare xwe bigihîne vîna me. Werin em bibin dengê Ayşe Acar, Emîne Şenyaşar û hemû jinên têkoşer ku li hemberî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker û li dijî her cure zîhniyeta paşverû têbikoş in. Heta ku em jiyana jinê bi azadiyê re sentez bikin em ê bi qêrîna xwe dengê azadiyê bilind bikin.”