Jin Bi Hev Re Bihêz in, têkildarî dorpêçkirina avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaranê hatin xwarin bi nivîskî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ayşe ya ku polîsan jê re got em ê te bizmar bikin hevrêya me ya têkoşînê ye! Em li dijî zexta dewleta zilam bi hev re ne, em bihev re bihêz in."
‘ÊRÎŞÎ HDP'IYAN Û HEVALÊN ME YÊN JI TEVGERA JINAN A KURD DIKIN’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gefên li Ayşe Acar Başaran a HDP'î hatin xwarin gava dawî ya êrişkariya dewleta zilam e û wiha hat gotin: "Polîsên desthilata AKP-MHP'ê zexta xwe ya li ser jinên ji bo azadiyê têdikoşin zêde dikin. Polîsên ku herî dawî di 8'ê Adarê de êriş biribûn ser jinan û di 1'ê Gulanê de mil şikandibûn û li Îzmîrê gaz û cop bi kar anîbûn, niha êrişî HDP'iyan û hevalên me yên ji tevgera jinan a Kurd dikin û gefan dixwin."
‘ME BI HEV RE LI BERXWE DA’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ayşe Acara Başaran hevrêya wan têkoşînê ye û wiha hat gotin: "Di çalakiyên me yên ji bo Peymana Stenbolê û xwedîderketina li mafê nafakayê de, di 8'ê Adarê de, di meşên şevê yên feminîst de, di 25'ê Mijdaran de me û Ayşe Acar Başaran bi hev re li ber xwe da."
‘EM POLÎS NAS DIKIN’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê bersiva polîsê ku ji Başaranê re gotiye "tu kî yî" bidin û wiha hat gotin: "Em ji polîs re nabêjin tu kî yî. Ji lew re em polîs nas dikin: em wî ji ji taciz û tecawizên di dema binçavkirinê de, di avêtinên ser malan de, wî ji ji helwesta wî ya ji bo kujerê Denîz Poyrazê nas dikin."