Gerîlaya HPJ’ê Amara: Ji her rojê zêdetir pêwîstî bi xweparastinê heye

Gerîlaya HPJ’ê Roza Amara ragihand ku îro gelên Îranê êdî dizanin ku rejîma Îranê sîstemeke dijî xwezayê ye û ne demokratîk e û pêwîst e li hemberî wê, netewa demokratîk bê avakirin.

Gerîlaya Hêzên Parastina Jin ên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Roza Amara derbarê siyasetên qirkirinê yên modernîteya kapîtalîst û rejîma Îranê ya li hemberî civak û xwezayê ji ANF’ê re axivî.

Amara di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser rewşa niha ya civaka Kurdistanê ku bi qonaxeke nû ya dagirkerî û tunekirinê re hatiye rû bi rû hiştin û diyar kir ku berxwedana gerîlayên tevgera azadiya gelê Kurd ya ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan, sembola têkoşîna ji bo azadiyê ye.

HEWLDANÊN JI BO REWAKIRINA QIRKIRINA KURDAN

Gerîlaya HPJ’ê Roza Amara di dewama nirxandinên xwe de destnîşan kir ku civaka mirovatiyê bi dirêjahiya dîrokê her tim têkoşînên xwe li ser bingehê aştiya gelan ava kiriye û heya roja îro bi vî rengî hatiye û wiha pêde çû, “Hêzên desthilat û hişmendiya zilamsalar ya cîhanî û herêmî hewl didin ku bi rewakirina bikaranîna her cure siyasetên îmha û înkarê yên wek bikaranîna çekên kîmyewî, zêdetir civakê dagir û bindest bikin, her wiha tunekirina tevgera azadîxwaziya Kurdistanê ango PKK’ê jî normal bihesibînin.”

‘AFIRANDINA FELSEFEYA JIYANA AZAD DESTPÊKEKE NÛ JI BO AVAKIRINA XWE YE’

Amara îşaret bi avabûna PKK’ê li hemberî pergala kapîtalîst kir û got, “Tevgera azadîxwaziyê bi pêşengiya Rêber Apo weke rêbazeke nû li hemberî pergala kapîtalîst derket û guhertineke mezin di têkoşîna li dijî hêzên hegemonîk ên cîhanê çêkir. Li gorî desthilatdaran, hêza Kurdan a rêxistinkirina civaka xwe û têkoşînê tune. Lê di rastiyê de afirandina felsefeya jiyana azad destpêkeke nû ji bo avakirina xwe û rabûneke mezin ji bo bi dest xistina kesayeteke têkoşer û exlaqî-siyasî bû.

‘TÊKOŞÎNA RÊBER APO LI HERÊMA BEHDÎNANÊ BI SEKNEKE XURT LI SER PÊYAN E’

Têkoşînên ku bi pêşengiya Rêber Apo tê rêvebirin, li hemberî hemû êrişên desthilatdaran a li Avaşînê û bi giştî herêma Behdînanê bi sekneke xurt li ser pêyan e û bi avakirina şoreşeke hişmendî, civakî û çandî bi hemû hêza xwe ber bi pêş ve diçe û ji bo pêkanîna armancên xwe di nava hewldan û têkoşînê de ye, da ku mizgîniya guherînên ku tê gotin ne pêkanin bide û gihîştina azadiyê pêkan bike. Şoreşa demokratîk a gerîlayên azadîxwaz ên Kurdistanê îspata vê guherîna mezin e û sedemê vê gêjbûna pergala kapîtalîst a li hemberî israra di azadî û mirovatiyê ye. Bi pêş ve birina vê tevgerê, metirsiya êriş, tol û komployê ya ji aliyê wan desthilatxwazan, Rêber Apo kirine armanc. Lê ji xeyalê vêdetir neçû.”

Gerîlaya jin Roza Amara di dewamê de anî ziman, “Di sedsalên dawî de em dibin şahidê têkoşîna bêhempa ya civakê ku bi hevgirtin û hevfikriyeke bi îrade di qadên têkoşînê de bi pêş ve diçe. Li rex wê jî pergala navendparêz a heyî jî hewl daye ku bi rêya pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanî ferdên civakê bike hêza karkirinê. Di rastiyê de diyardeyeke ku her tim xwedî wateyeke negatîf bûye û niha li Kurdistan û Îranê her ku diçe zêdetir dibe.

‘GELÊN ÎRANÊ DIXWAZIN DI NAV PERGALEK JI DERVEYÎ YA HEYÎ DE BIJÎN’

Niha jî bi rexmê hemû zilm û zordariyên rejîma Îranê yên li hemberî civak û xwezayê pêk tîne, ferdên civakê êdî zanin ku rejîma Îranê pergaleke şerxwaz û ne demokratîk e û li dijî rastiya hebûniya wan e. Grev û xwepêşandanên gelê Gîlek ku rengê jinê lê diyar e ya li dijî sîstema Îranê ku dijminê xwezayê ye, mînaka ber bi çav a zanabûn û serbixweyî ya hizra civakê bi taybetî jinan e ku îspat dike li dijî rejîma serdest çepergirtineke siyasî û civakî heye. Di vê wateyê de dixwazin di pergaleke derveyî pargala heyî de bijîn.”

‘LI HEMBERÎ ÊRIŞAN DIVÊ BIZANIN ÇAWA XWE BIPARÊZIN’

Di dawiyê de gerîlaya HPJ’ê Roza Amara bal kişande ser girîngiya xweparastinê ya ji bo civakê û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Van rojan ji her rojê zêdetir pêwîstiya me bi vê yekê heye ku em bizanin bê ka çawa dikarin li hemberî van hemû êrişên heyî xwe biparêzin. Di rewşeke wiha de ji bo pêkanîna hizrên azadîxwaz yên ji bo pêkanîna modela jiyana nû ango Netewa Demokratîk, pêwîst e em girêdaniya xwe ya bi azadiya civakê, xwezayê û tevgera azadîxwaziyê ango PKK’ê bi dostaniyeke samîmî nîşan bidin û biryardartir bikin.”