Eşîra Cafîriyan bi rengekî girseyî serdana DEM Partiyê kir

Eşîra Cafîriyan ku li Şirnexê yek ji eşîrên herî mezin e, ragihand ku dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de piştgiriyê bidin DEM Partiyê.

Eşîra Cafîriyan ku li Şirnexê yek ji eşîrên herî mezin e, ragihand ku dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de piştgiriyê bidin Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Eşîra Cafîriyan îro bi girseyî hat serdana buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê. Welatiyên ku piştî nimêja înê kom bûn, bi hev re hatin buroya hilbijartinê ya li Taxa Gazîpaşayê. Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Zekî Îrmez û namzetên hevşaredariyê yên Şirnexê Bêrîvan Kutlu û Tûran Saltan jî di nav de gelek partiyiyan girse pêşwazî kirin. Piştre jî bi hev re ji Qada Cumhuriyetê ber bi buroya hilbijartinê ya li Yenî Çarşiyê ve meş li dar xistin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abdullah Gungen di serdanê de axivî û got ku dem dema tifaq û xwişk-biratiyê ye. Gungen, got ku di serdemeke dîrokî de ne û her kesên ji xwe re dibêjin welatparê divê destê xwe deyne ser wijdana xwe û bi partiyê re di nava piştevaniyê de be.

Parlamenter Zekî Îrmez jî ev tişt anî ziman: “Zilm û zexteke giran heye. Divê em kurd di vê sedsalê de li dijî zilm, zext û qirkirinê tifaqa gelê kurd ava bikin. Tenê bi tifaqê dikare azadî, aştî û hizûr bê vê xakê. Ji bo statûya kurdan tenê tifaqa li Şirnexê bes nake, divê em li her derê vê tifaqê ava bikin. Divê tifaqa îro li Şirnexê çêbûyî ji bo hemû Kurdistanê bibe mînak.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê jî wiha got: “Şirnex sembola têkoşîna gelê kurd e. Li dijî koletî û zilma dewletê sembola serhildanê ye. Sekna helwesta gelê kurd e. Dewlet dixwaze van sembolan ji gelê me bigire. Hilbijartin dê biçin û bên. Rêveberî dê biguherin lê yekane tişta neyê guherîn em in. Ji ber vê yekê divê em xwedî li bajarê xwe derkevin.”

Namzeta Hevşaredariyê ya Şirnexê Berîvan Kûtlû jî wiha got: “Gelê me, rûspiyên me tişta ji wan tê kirin. Vê serdanê moral da me. Baweriya me ya bi gelê me bi gelê Şirnexê tam e. Em bi moral û coşa ji gelê xwe digirin xebatên xwe didomînin. Xwedê vê tifaqa me serbixîne.”

Endamên Eşîreta Cafiriyan diyar kirin ku serdana wan ji bo piştevaniyê ye û anîn ziman ku dê di 31’ê adarê de serbikevin.