Li Şirnexê kesek hate girtin

Hêzên dewleta Tirk di 16’ê Gulanê de li navçeyên Şirnexê di serdegirtinên malan de 40 kes binçav kiribû û yek ji wan 40 kesan piştî proseya dadgehê hate girtin.

Di 16’ê Gulanê dê li navçeyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê bi hinceta ‘’îxbarê’’ li dijî gelek malan serdegirtin pêk hatibûn û di encama wan serdegirtinan de 40 kes hatibûn binçavkirin.

Pîştî îfadeya serdozgeriyê ya kesên binçavkirî 39 kes bi şertê kontrola edlî û kesek jî bi daxwaza girtinê ji dadgehê re hatin sewqkirin. Hate zanîn ku ji egera daxwaza girtina kesê binçavkirî re hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ hatiye nîşandan.

Dadgehê bi heman hincetê derheqê kesê binçavkirî de biryara girtinê da û 39 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.