DEM Partî: Li Curnê Reş gef li muxtar û gundiyan tê xwarin

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ragihand ku AKP beriya hilbijartinên xwecihî yên li navçeya Curnê Reş a Rihayê gef li muxtar û gundiyan xwariye û ji wan re gotiye ku ‘ger em di hilbijartinan de bi ser nekevin, em ê av û ceyrana we qut bikin.’

DEM Partiyê li bînaya Partiyê cîvîneke çapeniyê lidar xist û di civînê de Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaşê şewitandina sindoqên hilbijartinê weke ‘êrîşeke çetewarî’ destnîşan kir.

Beştaşê bal kişand ser kiryarên derqanûnî yên AKP’yê yên têkildarî hilbijartinan û got: ‘’Em dibînin ku desthilatdariyeke ku îradeya gel paşguh dike û bi hêza dewletê gefan li gundî û muxtaran dixwe, heye.’’

Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku hilbijartinên 2'yê Hezîranê wê bibe tercîheke di navbera zilm û demokrasiyê de û ev yek anîn ziman: ‘’Bila gelê me mereq neke, em ji van gefên wan natirsin. Yên di 31'ê Adarê de têk çûn wê dîsa têk biçin.’’

Her wiha Beştaşê anî ziman ku desthilatdarî, standina karkerên girêdayî ÎŞKUR’ê weke hemleyeke hilbijartinê bi kar tîne û bang li gelê Curnê Reş kir ku xwedî li îradeya xwe derbikeve.