Ji bo wezîfeya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Elî Baqirî hate diyarkirin

Li şûna Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan ê ku di qezaya helîkopterê de bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re mir, Elî Baqirî hate diyarkirin.

Şêwirmendê meseleya nukleer ê Îranê Elî Baqirî li şûna Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan ê ku di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, bi demkî ji bo wezîfeya dîplomasiya Îranê hate diyarkirin. Daxuyanî ji aliyê berdevkê hikûmetê Elî Bahadurî Jahrumî ve hate dayîn.

Tê fikirin ku Baqirî yê 56 salî, nêzî lîderê olî Elî Hamaney e. Baqirî di Îlona 2021’an de weke alîkarê wezîrê karên derve û şêwirmendê meselaya nukleer hatibû erkdarkirin.