BI DÎMEN

Erol: Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Tetwanê amade ne

Namzetê DEM Partiyê Mumîn Erol diyar kir ku AKP a ku îradeya hilbijêran desteser kiriye, di dema dagir kirina Şaredariya Tetwanê ya 5 salî de ti çareserî pêk neaniye û got: “Em ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan amade ne.”

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Namzetê Hevşaredariya Tetwanê yê DEM Partiyê Mumîn Erol diyar kir ku ji bo mirov bikare hîn baştir li Tetwanê bijî, ew ê bixebitin; ew ê bi gel re Tetwanê ji nelirêtiyê rizgar bikin.

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ku bi rewşa xwe ya coxrafî, dîrok û Kurdayetiya xwe yek ji navendên herî ya herêmê ye, kelecana hilbijartina xwecihî belavî her derê bûye. Şaredariya Tetwanê ev du dem in di bin dagirkeriya AKP’ê de ye. DEM Partî bi biryar e ku şaredariyê radestî gel bike. Di pêşhilbijartina ji bo Şaredariya Tetwanê hatî kirin de, Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol weke Hevşaredar hatin hilbijartin.

Mumîn Erol di sala 1981’an de li Tetwanê hat dinê. Erol perwerdeya xwe ya destpêkê û navîn li Tetwanê qedand. Dibistana amadeyî li Lîseya Mamostayên Enetolî ya Bedlîsê xwend. Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê di sala 2004’an de mezûn bû. Erol heta sala 2021’an li Tetwanê weke parêzerekî serbest xebitî. Erol têkildarî xebatên hilbijartinê ji ANF’ê re axivî.

Namzetê Hevşaredariyê Mumîn Erol bi bîr xist ku di hilbijartinên sala 2019’an de HDP’ê li Tetwanê bi ferqeke mezin hilbijartin qezenc kirin, lê di nîva şevê de bi AKP’ê şaredarî desteser kir. Erol diyar kir ku li şaredariya ku bi rengekî bêhiqûqî hatî desteserkirin, ji ber nelirêtî û dizîtiyê ji rojevê nakeve û ev tişt got: “Em dibînin ku tê xwestin vê carê jî heman bêhiqûqiyê bidomînin. Me tespît kir ku 2 hezar û 500 ‘hilbijêr’ hatine bicihkirin. Em dibînin ku cerdevanên li herêmê, di lîsteya hilbijêran a Tetwanê de tên qeydkirin. Mixabin îtîrazên ku me kirine, bêyî ku sedemeke hiqûqî were nîşandan hatin redkirin.”

‘EM Ê XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE DERBIKEVIN’

Erol destnîşan kir ku ji bo xwedî derketina li sindoqên dengan, weke partî em di nava xebateke cidî de ne; ji bo ewlehiya sindoqê hemû tedbîr girtine û got: “Em dizanin ku em ê vê hilbijartinê bi serkeftinê bi encam bikin. Tevî hemû pêkanînên bêhiqûqî û helwestên antîdemokratîk, ew çi dikin bila bikin wê nekarin îradeya gel tune bikin.”

Erol bi bîr xist ku ev rêveberiya ku nûneriya îradeya hilbijêran nake, di nava 5 salan de ji dervey nelirêtiyê tiştekî din nekiriye û pirsgirêk çareser nekirine. Erol ev tişt anî ziman: “Xelkê me yê Tetwanê qasî 5 sal in ji avê bêpar maye, em dibînin ku pêdiviya wê ya avê nayê dabînkirin. Temamiya bajêr ji sererastkirina jîngehê bêpar maye. Ti wezîfeyên esil nehatine pêkanîn. Em ji bo çareserkirina pirsgirêka Tetwanê amade ne. Ji bo hîn baştir mirov bikarin li Tetwanê bijîn, em ê bixebitin. Em bi gelê xwe re hene û em ê bajarê xwe ji nelirêtiyan rizgar bikin.”