'Divê jiyan bi hestên hevgirtinê bên xurtkirin'

Namzeta Hevşaredariya Dêrikê ya DEM Partiyê Songul Ozbahçecî bal kişand ser pirsgirêkên li navçeyê tên jiyîn û got, bi bawerî û hesta piştevaniyê divê ew bajarên xwe bikin qadên jiyanê.

Namzeta Hevşaredariya Dêrikê ya DEM Partiyê Songul Ozbahçecî, xwendina xwe ya dibistana seretayî û navîn li Tilbisimê xwend. Piştî ku xwendina xwe ya lîseyê li Dêrikê qedand, li Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yil ji Beşa çandiniyê ya Fakulteya Zîraetê mezin bû û 5 sal bêyî navber di warê çandiniyê de xebat da meşandin. Songul Ozbahçecî ku derbasî teknîkeriya tenduristiyê bû, di vê pêvajoyê de bi awayekî aktîf tevlî xebatên sendîkayî bû û li Şaredariya Dêrikê jî xebat da meşandin. Piştî tayînkirina qeyûm, ji karê şaredariyê îstîfa kir û bi awayekî aktîf di nava xebatên jinan de cih girt.

Namzeta Hevşaredariya Dêrikê ya DEM Partiyê Songul Ozbahçecî ya ku got, “Tevî ku ez li nava malbateke ku hemû ferdên wê welatparêz bûn ji dayik bûm, ji dayika xwe hînbûm ku li dijî neheqiyê têbikoşim û li ber xwe bidim. Sekna wê ya rast a li hemberî mêr, ku bavê min jî di nav de ye û zîhniyeta mêr, li dijî zilma civakî û neheqiyê her tim ji bo min bûye çavkaniya moral û îlhamê" ji ANF’ê re axivî.

Ozbahçecî, diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê piştî ku qeyûm hatine tayînkirin, tevahî şaredarî kirine bin deynên giran û wiha got, “Divê texrîbatên ku qeyûm dikin piralî bên destgirtin. Ji aliyek desteserkirina vînê û ji aliyê din cezakirina bi bêxizmetiyê. Mînak yek ji pêdiviyên herî esasî ava paqij e. Îro li Dêrikê gelê me di warê peydakirina ava paqij de zehmetî dijîn. Ji xwe xizmeta binesaziyê qels e. Lê belê ji van hemûyan wêdetir, li ser bedena jinê êrîşek cidî heye. Li vir hewl hat dayîn zîhniyeta tacîz û destdirêjiyê bê belavkirin. Ev rewş bi polîtîkayên bêcezahiştinê hat destekkirin û hewl hat dayîn bê rewakirin. Dixwazin ji bo ciwanan atmosferek tirsê û bêbaweriyê ava bikin. Pêwîste polîtîkayên li ser ewlekariya jinê, cihê wan di jiyana civakî û aborî de û ji bo siberoja wan siyaset bên hilberandin. Bi bawerî û hesta piştevaniyê divê ew bajarên xwe bikin qadên jiyanê.

Ozbahçecî, anî ziman ku piştî hilbijartinê ew ê pêşî pirsgirêka ava vexwarinê li Dêrikê çareser bikin û wiha dom kir, “Projeyên gelek hevrêyên me bi tayîna qeyûman re nîvco man. Em ê van projeyan temam bikin. Her wiha em ê di nava şaredariyê de seraya zeytûnan çêbikin û li wir tenê jinan bidin xebitandin. Bi heman şêweyî dê kooperatîfek ji bo çêkirina zeytûnan bihata avakirin. Zeytûna Dêrikê berhemeke ku ji aliyê erdnîgarî ve hatiye qeydkirin e. Em armanc dikin ku vê projeyê ji cihê mayî bi hêztir bi cih bînin. Ji bo ku em tenûran ji jinan re bikin qada jiyanê ya civakî, li her taxê projeyên me yên çêkirina çar-pênc tenûrê li kêleka hev hebûn. Bi avahiyên bilind re têkiliyên civakî jî qels bûn. Ji bo civakîkirina jinan ên ku li vir dijîn jî em ê projeyên xwe yên din bi cih bînin. Bê guman ji bo ciwanan projeyên me hene. Em armanc dikin ku cihên ku ciwan bikaribin xwe lê îfade bikin û xwe aîdê wir hîs bikin ava bikin.”

Songul Ozbahçecî, di dawiyê de jî da zanîn ku di hevdîtinên gel ên ji bo hilbijartinê de gel eleqeyek mezin nîşanî DEM Partiyê dide û got, “Gel bi rastî jî bi kêfxweşî û coşek mezin me pêşwazî dike. Ji ber ku Dêrik xwedî rabûrduyek dîrokiye, bê guman refleksa wê ji bo me girîng e. Li her derê ku em diçin ê em bersivên erênî digirin. Gelê me dixwaze ji qeyûman rizgar bibin û ji aliyê nûnerên xwe ve bên birêvebirin.”