Li Moskowayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn
Li Moskowaya peytexta Rûsyayê bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan, civînek hate lidarxistin.
Li Moskowaya peytexta Rûsyayê bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan, civînek hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li Moskowaya peytexta Federesyona Rûsyayê hatin ba hev û bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê li avahiya Mala Kurdan a Moskowayê destpê kir.
Gelek berpirsên rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê tevlî civînê bûn.
Di civînê de qiseker li dîrok û wateya 18’ê Gulanê axivîn.