Egîtîm-Sen’ê nerazîbûn nîşan da ku li Wanê ji bo mîtînga Erdogan dibistan tên girtin

Şaxa Wanê ya Egîtîm-Sen’ê ragihand ku berî ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo mitîngê were bajêr, dixwazin dibistanên li navçeya Artemêt bi awayekî fiîlî bigirin.

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê destnîşan kir ku berî ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo mitîngê were bajêr, dixwazin dibistanên li navçeya Artemêtan bi awayekî fiîlî bigirin.

Têkildarî mijarê li avahiyê sendîkayê civîn hat lidarxistin. Serokê şaxê Mûrat Atabay anî ziman ku li gelek dibistanan namzetên AKP’î propagandayê li zarok û mamosteyan dikin. Atabay da zanîn ku berî mitîngê dixwazin dibistanan bi awayekî fiîlî bidin girtin.

Atabay anî ziman ku midûrên dibistanan tevlî civînan kirine û wiha axivî: “Wesayîtên ku zarokan dibin dibistanê dê roja mitîngê welatiyan bibin dibistanê û wê rojê zarokên bi erebeyê diçin dibistanan dê nikaribin biçin dibistanê. Personelê ÎŞ-KÛR’ê jî dê bivênevê tevlî mitîngê bibin. Dê mamosteyên dixwazin tevlî mitîngê bibin jî weke bi destûr bên nîşandan û ji mamosteyên tevlî mitîngê dibin bê xwestin ku dîmenan bikişînin. Bi awayekî devkî ji xwendekaran re gotine ku bila wê rojê neyên dibistanê.”

Di berdewama axaftina xwe de Atabay anî ziman ku tiştên tên kirin sûc in û wiha domand: “Yên ku fermanê bi devkî didin, yên ku vê ji mamosteyan re dibêjin sûc dikin. Kesên ku wê rojê ji xwendekaran dixwazin neyên dibistanê jî, kedkarên ku wê rojê nayên kar jî sûc dikin. Divê yên ku vî sûcî dikin û fermanên derveyî qanûnî didin, dibistan û xwendevanên me dikin alaveke hesabên xwe yên hilbijartinê demildest dest ji van hesaban berdin.”