BI DÎMEN

Karatekîn: Gelê Kurd wê bersiva pêwîst bide

Siyasetmedarê Kurd Zulkuf Karatekîn diyar kir ku gelê Kurd wê bi têgihiştineke mezin di hilbijartinê de bersiva pêwîst bide mejiyê qeyûm û got, gel wê şaredariyên xwe jinûve bi dest bixe.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Şaredarê berê yê Peyasê Zulkuf Karatekîn têkildarî hilbijartinên xwecihî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku tayînkirina qeyûman encama biryarên polîtîk ên bi plan bû. Karatekîn got, "Vî mejî, gelê Kurd her tim weke dijmin dîtiye. Bi red û înkarê bersiv daye daxwaza herî biçûk a demokratîk a gel. Destketiya herî biçûk a demokratîk a gelê Kurd li hemberî xwe weke xeterî dîtiye û ji bo tinekirinê jî bi her awayî ketiye nava hewldanan."

Karatekîn diyar kir ku gelê Kurd ti carî serî li ber van polîtîkayan netewandiye, dest ji daxwazên xwe yên siyasî bernedaye û têkoşîna xwe dewam kiriye.

Karatekîn anî ziman ku di hilbijartinên piştî tayînkirina qeyûm de gel hîn bêhtir xwedî li destketiyên xwe derket û hejmara şaredariyên xwe zêd ekir.

Karatekîn ragihand ku siyaseta Kurd a demokratîk li qada legal bû xwedî sazî, li Kurdistanê feraseta rêveberiyeke alternatîf li her qadê bi cih anî û diyar kir, dewleta ku nekarî xwe li vê serketinê rabigire, di nava xwe de kete nava şer û nakokiyan, Rewşa Awarte ragihand, di vê pêvajoyê de bi qanûneke taybet hiqûqa xwe binpê kir û qeyûm tayîn kir.

Karatekîn diyar kir ku dewletê serketina ku nekarî di hilbijartinê de bi dest bixe, bi dagirkirina şaredariyan xwest bi dest bixe.

Karatekîn destnîşan kir ku darbeyeke siyasî li îradeya gelê Kurd a hilbijartî hate kirin û got, "Gel di hilbijartinên 2019'an de îadeyeke mezin nîşan da û şaredariyên xwe yên desteserkirî jinûve bi dest xist. Tevî ku dewletê hemû derfetên xwe bi kar anî jî gel guh neda. Şaredariyên xwe jinûve bi dest xist. Tevî ku Erdogan gef li gel xwar, gel paşve gav neavêt. Gelê me wê careke din li hemberî desteserkirina îradeyê sekna xwe nîşan bide. Wê şaredariyên xwe yên desteserkirî jinûve bi dest bixe û bixe xizmeta gel."