BI DÎMEN

Cenazeyê Reîsî hate dîtin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di encama ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku helîkopter ji ber mija zêde ketiye û cenazeyê Reîsî hatiye dîtin. Li Îranê hewce ye di nava 50 rojan de hilbijartin were kirin.

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand ji televîzyona IRIBÊ’ê re axivî û got: ‘’Pîştî ku cihê helîkoptera ketî hate tespîtkirin, derket holê ku hemû kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.’’

Li gorî ajansa Îranê Tasnîmê jî di encama ketina helîkopterê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û Serokkomarê Îranê Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emir-Abdullahiyan, Waliyê Azerbaycana Rojhilat Malek Rahmetî û Ayetullahê Tebrîzê Muhammed Alî Al Haşim jî nava wan kesan de ne. 

CENAZE HATIN DÎTIN

Tîmên rizgarkirinê yên Heyva Sor vê sibehê ragihandin ku wan termên  qurbaniyên qezaya helîkopterê dîtine ku yê Reîsî jî di nav wan de ye.

HIKÛMET: RÊVEBERÎ WÊ KARÊ XWE BIDOMÎNE

Hikûmeta Îranê roja Duşemê daxuyaniyek da û ragihand ku mirina Serokkomar Reîsî wê di rêveberiyê de nebe sedema ‘’aloziyan.’’ Her wiha hikûmetê got: ‘’Serokkomarê Îranê yê jêhatî ji bo gelê xwe canê xwe feda kir.’’

Li gorî Qanûnên Bingehîn a Îranê ger Serokkomarê Îranê ji ber sedemên weke nexweşî, mirin û îstîfayê ji du mehan zêdetir wezîfeya xwe nedomîne jî Cîgirê Yekem ê Serokkomariyê bi erêkirina serokatî erk û wezîfeyên Serokkomariyê digire ser xwe.

Ji sala 2021’an heya niha jî Cîgirê Yekêm ê Serokkomariyê Muhammed Mûhber e ku Muhber serokê berê yê bankeyeke Îranê ye.

Muhber bibe serokkomarê demkî jî li Îranê hewce ye di nava 50 rojan de hilbijartin were kirin.

BORSAYA TEHRANÊ KARÊ XWE DA RAWESTANDIN

Ajansa nûçeyan a Rûsî TASS’ê ragihand ku Borsaya Têhranê   piştî mirina Reîsî, sibeha Yekşemê karên xwe daye rawestandin.

Her wiha Pakistanê jî piştî mirina Reîsî li Pakistanê roja Duşemê weke roja şînê îlan kir.