BI DÎMEN

‘Em ê dawî li xespa AKP’ê ya li Bedlîsê bînin’

Namzetê Hevşaredariya Bedlîsê ya DEM Partiyê Mehmet Nazir Karabaş diyar kir ku AKP’ê bi zor û hîleyê şaredarî desteser kir, lê vê carê wê bi hîle û lîstokên xwe nekare encam werbigire û got: “Hêza me ya serketinê heye.”

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Namzetê Hevşaredariya Bedlîsê ya DEM Partiyê Mehmet Nazir Karabaş destnîşan kir ku wê îradeya gel a li Bedlîsê radestî gel bikin û wiha got: “Em ê hemû texrîbatên ku li bajarê me çêkirine, ji holê rakin. Em bi biryar in ku hemû pirsgirêkên esnafên xwe çareser bikin.”

Bedlîs yek ji wan bajaran e ku piştî hilbijartinên xwecihî yên Adara 2014’an bandora operasyonên siyasî yên li dijî şaredariyên HDP’î, herî zêde lê hate hîskirin. Pêvajoya ku bi binçavkirin û girtina hevşaredarên Pirxus Ahmed Demîr û Servîn Karakoç destpê kirî, 18’ê Mijdara 2016’an bi binçavkirina Hevşaredarên Norşînê Mehmet Emîn Ozkan û Senaye Ata dewam kiribû. Di 24’ê Mijdara 2016’an de jî Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkiran hatin binçavkirin û girtin. Piştre şaredarên HDP’ê hatin desteserkirin û qeyûm lê hatin tayînkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an de jî bi rengekî bêûsil hilbijêr bi cih kirin û şaredarî desteser kir. DEM Partî niha ji bo Şaredariya Bedlîsê car din werbigire, bi Namzetên Hevşaredariyê Sumeyye Kizilkaya û Mehmet Nazir Karabaş re ketiye nava xebateke zêde de.

Mehmet Nezîr Karabaş 3’yê Çileya 1960’an li Bedlîsê ji dayik bû. Beşa Fakulteya Zanistên Îdarî ya Zanîngeha Ûlûdagê qedand. Salên dirêj di bin sîwana BDP’ê tevlî xebatên siyasî bû û piştre di hilbijartinên giştî yên sala 2007’an de bû Parlamenterê Bedlîsê.

‘WÊ BI HÎLE Û LÎSTOKAN ENCAM WERNEGIRE’

Karabaş ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Di hilbijartinên borî de jî hemû derfetên dewletê hatin karanîn û hilbijêr li bajêr hatin bicihkirin. Hemû îtîrazên ku me wê demê kirin, hatin redkirin. Di hilbijartina borî de gel piştgirî neda AKP’ê, desthilatdariya AKP’ê bi zorê ev bajar bi dest xist. Vê carê hemû hewldana desthilatdariya AKP’ê ew e ku DEM Partiyê bênamzet bihêle û hilbijartinê qezenc bike. Hemû xebatên xwe li ser vê yekê saz kir, ji ber ku ji me ditirse. AKP ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve serî li her cure hîle û lîstokê dide, lê wê ti sûdê van jî nebe. Em ê li Bedlîsê hilbijartinan qezenc bikin. Hêza me ji vê yekê re heye.”

‘EM Ê HEMÛ TEXRÎBATAN JI HOLÊ RAKIN’

Karabaş bi bîr xist ku ew Bedlîsê baş nas dike û parlamenteriya wê kiriye û wiha pêde çû: “Weke partî em hewl didin rêveberên xwecihî derxin pêş. Dema em hatin ser wezîfe em ê tevahiya gelê xwe tevlî şaredariyê bikin û biryaran bigirin. Dema me ji bo bajar biryarek girt, em ê bi her kesê ku di qada xwe de pispor re bixebitin. Em ê bi civakê re bixebitin. Em ê îradeya gel radestî gel bikin. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Dema me şaredarî wergirt, em ê girîngî bidin fikirê her kesê ku li vî bajarê dijî. Em ê hemû biryaran bi gelê xwe re werbigirin. Em ê hemû texrîbatên li bajêr çêbûne, ji holê rakin. Em bi biryar in ku hemû pirsgirêkên esnafên xwe çareser bikin.”

‘EM Ê ÇANDINÎ Û SEWALVANIYÊ DERXÎNIN PÊŞ’

Karabaş ragihand ku Bedlîs ji aliyê xweza, erdnîgarî û potansiyela xwe ve yek ji bajarên herî girîng ê Kurdistanê ye û got: “Li Bedlîsê 4 çem hene. Em ê her yek ji van çeman veguherînin baxçeyekî. Ji bo ku gelê me bi rengekî hîn hêsantir çandinî û sewalvaniyê bike, em ê bixebitin. Em ê hemû alîkariya xwe pêşkêşî wan bikin. Şaredarî ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû kesê hene. Em bi vê ferasetê tevdigerin.”