BI DÎMEN

'Em ê tevî gelê xwe şaredariyê ji qeyûm rizgar bikin'

Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Sêrtê Mehmet Kaysî got, "Şaredariya Sêrtê veguheriye qereqolê. Beriya her tiştî em ê tevî gelê xwe şaredariyê ji qeyûm rizgar bikin."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Kaysî anî ziman ku bajarê Sêrtê bi destê qeyûm bi pêncî salî bi paşve hatiye birin û got, "8 sal in ji bilî dizîna çavkaniyên vî gelî tiştek nekirin. Gelê Sêrtê baş zane ku ew xizmetê nakin."

Sêrt ku yek ji bajarên girîng ên Botanê ye, bajarekî welê ye ku gelên Kurd û Ereb bi hev re lê dijîn. Li bajêr ku du dem in bi mejiyê qeyûm tê rêvebirin, şaredarî bi kêrî gelê herêmê nayê. Gelê Sêrtê bi biryar e ku di hilbijartinên xwecihî de careke din qeyûm bişîne. Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê demeke kurt ma. Li Sêrtê ku Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) xwedî bingeheke xurt e, karên hilbijartinê zêde bûye. DEM Partî ji bo karibe bi rêya namzetên xwe Mehmet Kaysî û Safiye Alagaş Şaredariya Sêrtê ji destê qeyûm rizgar bike, karekî berfireh ê hilbijartinê dimeşîne. Desthilatdariya AKP'ê jî ji bo serketina di hilbijartinê de karên nelirê dike û li 4 navnîşanên li navenda Sêrtê bi hezaran hilbijêr qeyd kiriye.

DESTHILATDARIYA AKP'Ê SÊRT BI PÊNCÎ SALÎ BI PAŞ VE BIRIYE

Yek ji namzetên Hevşaredariya Sêrtê yê DEM Partiyê Mehmet Kaysî di sala 1968'an de li gundê Kitmis ê ser bi navenda Sêrtê ji dayik bû. Heta sala 1990'î li gund bi karên sewalkarî û çandiniyê mijûl bû, heman salê piştî ku gundê wan hate valakirin bar kir navenda Sêrtê. Kaysî ji hingî ve li qada siyasî ji endametiya komîsyona taxê heta serokatiya bajêr wezîfe kir.

Kaysî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku çil sal in li Sêrtê ji bo Sêrtê têdikoşe, dilxwazê xizmetê ye, ji komîsyona taxê heta bi endametiya meclîsa giştî ıya bajêr wezîfe kiriye.

Kaysî diyar kir ku niha weke namzetê hevşaredariyê bi berpirsyariya xizmetê radibe û got, "Bi taybetî piştî sala 2013'an li ser Kurdan zexteke giran û siyaseta dijminatiyê destpê kir. Piştî ewqas zilm û zextê min xwest bi berpirsyariyê rabim. Qeyûm tayînkirina dewletê nîne, karê AKP'ê ye. Li Tirkiyeyê rejîma yek şexsî heye û ew şexs çi bibêje ew tê kirin. Ji roja ku qeyûm dest daniye ser şaredariyê û vir ve li şaredariyê tenê alîgirên AKP'ê hene. Yanî midûrê pênûsa taybet a qeyûm serokê berê yê AKP'ê yê bajêr bû. Polîs li şaredariyê têne tayînkirin. Çi karê polîs li şaredariyê heye? Desthilatdariya ku dest daniye ser îradeya vî gelî, şaredariyê bi rê ve dibe. Di dema ku me şaredarî birêve dibir de deynê şaredariyê 120 trîlyon bû, niha bûye 400 trîlyon. Me ev hemû tespît kirin. Wê demê nêzî 800 personelên me hebûn, niha veguherandine navendeke kar ku tenê alîgirên xwe dixebitînin. Bifikirin li ÎŞKÛR'ê jî bêyî îradeya serokê bajêr ê AKP'ê kesek tevlî kar nayê kirin. Ji ber vê yekê hemû personelên tevlî karê şaredariyê têne kirin alîgir û rêveberên AKP'ê ne. Qeyûmê heyî namzetê AKP'ê yê ji bo şaredariyê ye. 8 sal in ji bilî dizîna çavkaniyên gel karek nekiriye. Gelê Sêrtê baş zane ku ew xizmetê nake. Mixabin desthilatdariya AKP'ê Sêrt bi pêncî salî bi paş ve biriye. Em vê nabêjin, gelê Sêrtê vê dibêje."

EM Ê TENÊ XIZMETÊ JI GELÊ XWE RE BIKIN

Kaysî ragihand ku gelê Sêrtê bi tenê hatiye hiştin, ew jî ji bo xizmetê bûye namzet û got, "Weke partî em ji bo şaredariyê ne nû ne. Çar deman me bajar bêpirsgirêk bi rê ve bir. Ez hevalekî we me ku 35 sal in li dora vê partiyê xebitî me. Dema ku me şaredarî bi rê ve dibir, tenê armanceke me hebû ew jî xizmeta ji bo gelê me bû. Em ê ji bo temamkirina projeyên nîvcomayî yên hevalên xwe bên. Em vê sozê didin. Em partiya sîstemê nînin, felsefe û feraseta me ji gelê me tê. Em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin. Ji roja ku em hatin wezîfeyê û pê ve em ê bi gelê xwe re bixebitin. Sêrt bajarekî ji pir zimanî ye. Li Sêrtê feraseteke me ya şaredariyê ya ji sê zimanan hebû. Qeyûm ev polîtîkaya me ji holê rakir. Em ê feraseta xwe ya şaredariya pir zimanî vegerînin Sêrtê. Em ê girîngiyê bidin berhemên xwe yên li bajarê me Sêrtê şîn dibin û kooperatîfan ava bikin. Şaredariya Sêrtê veguherandine qereqolê. Beriya her tiştî em ê tevî gelê Sêrtê şaredariyê ji qeyûm rizgar bikin."