Li Kayseriyê li dijî wesayita DEM Partiyê êrîşa çekdarî

Li navçeya Kocasînan a Kayseriyê li hemberî wesayita hilbijartinê ya DEM Partiyê êrîşeke çekdarî hate kirin. Hate ragihandin ku êrîşkar hatiye binçavkirin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ DEM PARTIYÊ

Wesayita ku karên hilbijartinê yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) dimeşand, li navçeya Kocasînan a Kayseriyê bû hedefa êrîşeke çekdarî. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat, hate ragihandin ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Rêxistina Kayseriyê ya DEM Partiyê li ser medya dîjîtal dîmenên êrîşê parve kir.

Hate ragihandin ku hevserokan û rayedarên partiyê têkildarî êrîşê li emniyetê îfade dane û hate gotin, "Êrîşkar hate binçavkirin, lê belê nav û paşnavê wî bi me re nehate parvekirin. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye."