BI DÎMEN

Endamên DEM Partiyê bi şev û roj mal bi mal digerin

DEM Partî lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Endamên DEM Partiyê bi şev û roj mal bi mal digerin. Namzetên DEM Partiyê li her derê bi coş hatin pêşwazîkirin.

HILBIJARTINÊN 31 ADAR

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne.

RIHA

Şandeya ku di nav de namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê DEM Partiya Rihayê Celalettîn Erkmen - Gulşen Ozer, namzetên hevşaredariyê yên navçeya Haliliyeyê Suphi Yılanci - Sema Ateş, namzetên hevşaredariyê yên Karakopruyê Rıdvan Yavuz - Rezan Ayhan û namzetên hevşaredariyê yên  Eyyubiyeyê Halîl Akbaş - Adalet Erîş, li navçeya Halîliyê bi hev re xebatên hilbijartinê li dar xistin. Hevserok û şandeya bi wan re esnafên li kolana Ataturk, Pasaja Kapakli, Pasaja Japonan û Navenda Karsaziya Ewropayêziyaret kirin.

HEWAG

Bi beşdariya namzetên hevşaredariyê yên Hewagê Aygun Kapikayalî û Îsmaîl Yildiz, rêveberên navçeya DEM Partiyê, endamên meclîsa jin û ciwanan û gelek welatî esnafan ziyaret kirin. Piştre taxên Salûc, Baxîlce, Kepirçî hatin ziyaretkirin û bi beşdariyeke berfireh civîn hatin lidarxistin. Di civînên ku welatiyan hêviyên xwe ji rêveberiyên herêmî re anîn ziman pirsgirêk, nêrîn û pêşniyar hatin wergirtin. Namzetan bi ravekirina projeyên xwe yên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan piştgirî ji DEM Partiyê xwestin.

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê jî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak, namzetê hevşaredariyê yê navçeyê Ûgûr Kahraman û şandeya pê re çûn serdana taxên Hummera Jorîn, Xidirxelef û gundê Lebbana. Welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan. Xebatên xebatên hilbijartinê tevahiya rojê dewam kirin.

SÊWEREG

Namzetên hevşaredariyê yên Sêweregê Yildiz Çetîner û Alî Dusak li navenda navçeyê bi esnafan re hatin cem hev. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ku bi serdana esnafên taxa Ayvanatê dest pê kir de nêrîn û pêşniyar hatin.

CÛRNÊ REŞ

Namzetên hevşaredariyê yên  Cûrnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş çûn serdana Odeya Çandiniyê û atolyeyên tekstîlê û bi gel re hatin cem hev. Gel bi serdanên malan ên li navenda navçeyê piştgirî da xebatên ku berdewam dikin.

PIRSÛS

Namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran ji du aliyan ve xebatên xwe kirin. Di dema ku yek ji namzetan Muslum Baran li navenda navçeyê esnaf û gel ziyaret kir. Ayten Kaya jî çû serdana taxên Belîk, Olîk, Keberliya jêr û jor geriyan û bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

XELFETÎ

Li navçeya Xelfetî jî xebatên hilbijartinê îro li taxan berdewam kirin. Namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan li taxên Tavşanoren, Xêrwanek, Baglica û Macunluyê bi konvoyek bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzetên DEM Partiyê bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin.

BÊRECÛK

Namzetên hevşaredariyê yên Bêrecûkê Berîvan Îlkaya Manas û Mehmet Begît ên li taxên Civîn, Dûderî, Derşebek, Alahaç, Mirbî, Şekerkoy, Medirbaz, Hayrahmet û Hevacîkê yên navçeyê geriyan. Piştre xwe çûn navenda navçeyê û  bi gel re hatin ba hev. 

WÊRANŞAR

Namzetên hevşaredariyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgun esnafên kolana Qerejdaxê û kolana Paşa Konaxi ziyaret kirin.

MÛŞ

DEM Partî li Mûşê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter Sûmeyye Boz, namzetên hevşaredariyê û endamên meclîsê tevlî xebatên hilbijartinê bûn. Namzet karkerên li atolyeyên tekstîlê ziyaret kirin. Nûnertiya DEM Partiyê bi jinên ku di tekstîlê de dixebitin re axivîn û diyar kirin ku guhertin tenê bi DEM Partiyê pêk tê.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî diyar kir ku divê Mûş êdî vîna xwe di vê hilbijartinê de diyar bike.

WAN

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li navçeya Rêya Armûşe esnafan ziyaret kirin. Şedal û kesên pêre belavokên hilbijartinê û Newrozê belav kirin û demeke dirêj bi esnafan re sohbet kirin. Esnafan piştgirî dan DEM Partiyê.

QERS

Rêxistina DEM Partiyê ya Qers jî li buroya hilbijartinê ya li Qereqola Çamlica civîneke gel li dar xist. Cîgira Serokwekîla Koma DEM Partiyê û parlamentera Qersê Gulistan Koçyîgît, parlamenterê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû, namzetên hevşaredariyê yên Qersê Arzu Şavaş Derman û Kenan Karahanci û gelek kes beşdarî civînê bûn.

Gergerlîoglû di civînê de axivî û got, “Em ji Qersê serketinên mezin hêvî dikin. Qers vê heq dike.Qeyûm hem mal û milkên xelkê talan kir, hem jî desteser kir û ne jî xizmet kir. Em ê 1'ê Nîsanê li şaredariyê biçin û çayê vexwin."

Parlamentera Qersê Gulistan Koçyîgît jî got, “Bi rewşeke awarte û psîkolojiya şer re hewl didin vîna gel desteser bikin. Binêrin şaredariyên ku li Kurdistanê qeyûm tayînî wan kirine, gendelî, talan û diziya her yek ji wan eşkere bûye. Her kes baş dizane ku xizmetê nakin. Hikûmeta ku divê ji pirsgirêkên bajêr re li çareseriyan bigere,  operasyona derveyî sînor dixe rojeva xwe. Hikûmet dibêje, 'Dengê xwe bidin me, em ê çavkaniyên we, bacên we, bi tank û topan û di operasyonên li ser sînor de bi kar bînin.” Tenê pirsgirêkek wan heye û ew jî mayîna li ser desthilatê û ji bo li ser desthilatê bimîne her tiştî dikin.”

Civîna gel bi govenda li gel stranên hilbijartinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Xebatên hilbijartinên xwecihî yên DEM Partiyê li Colemêrgê û navçeyên wê, bi coş û heyecan bênavber dewam dikin. Lîlkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê û parlamenterê Colemêrgê Vezîr Parlak bi Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Çelê, rûspiyên eşîrên Qeşûrî yên gundê Aşût ê navçeyê, jin û ciwanan re hevdîtin kir. Parlak ev tişt anî ziman:

“Berevajî hevdîtinên me yên bi AKP’ê re, hikûmet amadekariya şerekî berfireh dike. Heger me hevdîtin kiriba, wê hawirdora pevçûnê ya ku îro berdewam dike bi dawî bibûya û amadekariyên şerekî wiha mezin nedibû. Yên ku amadekariyên şerekî mezin dikin, bila baş bizanibin ku ne gelê Kurd û ne jî gelên din wê bi şer neqede. Dawiya her tiştî çareserî ye.”

Parlak anî ziman ku di hilbijartinên xwecihî de bi du qat zêdekirina rêjeya dengan ew ê hêzeke mezin bi dest bixin û wiha dewam kir: “Bi vê hêzê wê hemû alî ji bo çareseriyê bi me re li ser maseyê rûnin. Di qada siyasî de çiqasî deng û yekîtiya me zêde bibe, dewlet wê ewqasî bi me re diyalog û danûstandinan bike. Lê her ku em di qada siyasî de kêm dibin, dewlet bi israr şer diparêze. Daxwaza me ya yekane ji gelê me ew e ku hemû kesên ku niha ne li vir in bînin navnîşana xwe û di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de dengê xwe bidin DEM Partiyê.”