Li paytexta Îtalyayê banga Rêber Apo hat nîqaşkirin

Li paytexta Îtalya Romayê têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo civîna gel hat lidarxistin.

JI BO BANGA RÊBER APO CIVÎN HAT LIDARXISTIN

Li paytexta Îtalya Romayê li ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ragihand, civîna gel hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Navenda Çanda Kurd a Araratê li hev civiyan û li ser avakirina civaka demokratîk nîqaş kirin. Civîn saet 16:00’an bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di civînê de axivî.

Di civînê de hat gotin ku divê her kes di pêvajoya avakirina civaka demokratîk de rola xwe bilîze û di meclis û komunan de cih bigire.