Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya xwe ya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dane destpêkirin, bi biryardarî didomînin. Çalakiya ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê bêyî navber li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dewam dike, kete hefteya 229’an.
Çalakiya vê hefteyê di şexsê şehîdên têkoşîna azadiya Kurd Şêxmûs Milazgir (Yilmaz Oner) û Bêrîtan Nurhaq Çiya (Sultan Dag) de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Kizilkurt axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî daxwazekî bingehîn dibîne û wiha got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe em ê dev ji qadan bernedin. Tu zext û gef nikare vê îradeyê bişkîne.”
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Osman Tekîn jî banga çareseriya demokratîk a dîrokî ya Rêber Apo kir ku di 27’ê Sibatê de hate kirin. Tekîn anî ziman ku Rêber Apo careke din îradeya xwe ya çareseriyê raber kir, lê dewleta Tirk bi şer, dagirî û polîtîkayên tunekirinê bersivê da vê bangê.
Tekîn wiha got: “Ev nêzîkatî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn gef e.” Tekîn diyar kir ku hêzên navneteweyî erkên xwe bi cih naynin û wiha got: “Lê dem ew deme ku gavên şênber bên avêtin. Azadiya Rêber Apo li Rojhilata Navîn mifteya aştî û çareseriya demokratîk e.”
Tekîn diyar kir ku li her derê têkoşîna azadiya gelê Kurd dewam dike û wiha got: “Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tu çareserî rast û mayînde nabe.”