Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bang li gelên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku qanûnên navneteweyî û qanûna şer binpê dikin, derkevin kolanan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gelek bajarên Swîsreyê wê çalakiyên hevdem bên lidarxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ev êrîş ne tenê operasyona leşkerî ne, lê di heman demê de peyameke siyasî jî dihewînin. Bi van gavan, dewleta Tirk careke din radigihîne ku ew ne li aliyê aştiyê ye, li aliyê şer e."
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî hat dayin û wiha domand: "Ji ber ku sûcên şer ên wekî bikaranîna çekên kîmyewî nayên cezakirin, sûcên şer didomin."
CDK-S û YJK-S’ê bang li gel kirin ku beşdarî çalakiyêm ku wê di saetên êvarê de li gelek bajaran werin lidarxistin bibin û wiha pêde çû: "Ev êrîş ne tenê gelê Kurd, di heman demê de hêviya aştiyê ya herêmê û îradeya jiyana bi hev re ya gelan jî hedef digirin."
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi bersivdayina banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de hat kirin, erka xwe bi cih anîn. Wan helwesta xwe ya ji bo çareseriyê nîşan dan, lê AKP û hikûmeta wê di pêvajoyeke ewqas girîng de bê navber êrîşî ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Daxuyaniya îro ya HPG-NRÇ’ê eşkere bû ku artêşa Tirk bi çekên giran û wesayîtên leşkerî ji bejahî û hewayî ve êrîşên xwe didomîne. Em bang li gelê Kurd û dostên wan û bi taybetî jinan dikin ku li dijî van êrîşan ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin û beşdarî çalakiyên ku em ê li dar bixin, bibin!"
Seat û cihên çalakiyan:
Cenevre
Seat: 16.45
Cih: Li ber Postexaneya Mezin (Rue du Mont Blanc)
*
Winterthur
Seat: 18.00
Cih: Bahnhofplatz
*
Bern
Seat: 19.00
Cih: Bahnhofplatz
*
Lozan
Seat: 18.30
Cih: Li ber Garê
*
Zurîh
Seat: 19.00
Cih: Hauptbahnhof
*
Solothurn
Seat: 16.00
Cih: Bahnhofplatz
*
Basel
Seat: 19.00
Cih: SBB Bahnhof