Malbatan ji dewletê hesabê ‘kiryar nediyar’ pirsîn
Li Amed, Êlih, Gever, Îzmîr û Cizîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan derketin qadan û aqûbeta windayan pirsîn.
Li Amed, Êlih, Gever, Îzmîr û Cizîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan derketin qadan û aqûbeta windayan pirsîn.
Li Amed, Êlih, Gever, Îzmîr û Cizîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan derketin qadan û aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di çalakiya Amedê de axivî û diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de bi awayekî qîrîna xizmên windayan hat bihîstin û divê êdî guh bidin vî dengî û wiha got: "Divê di hevdîtinên koalîsyonê de daxwazên windayan di protokolê de cih girtin."
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe hefteya 331'emîn li Parka Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, rêveberên ÎHD'ê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û divê demildest pêvajo careke din destpê bike.
'DIVÊ DI HEVDÎTINÊN KOALÎSYONÊ DE DAXWAZÊN WINDAYAN DI PROTOKOLÊ DE CIH BIGIRIN'
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku xizmên windayan 20 salin têkoşînê dimeşînin û wiha got: "Me 20 sal li pey xwe hişt û em di 21'emîn de têkoşîna xwe didomînin. 21 salin dewletê ti gav neavêt. Gelên Tirkiyeyê di 7'ê Hezîranê de daxwaza xwe ya aştiyê danîn holê. Gelên Tirkiyeyê aştiyê dixwazin. Helwesta alîgiriya aştiyê pêk anîn. Divê êdî ev vîn bê dîtin. Di 7'ê Hezîranê de bi şiklekî dengê xizmên windayan hat bihîstin. Divê êdî guh bidin vî dengî. Divê di hevdîtinên koalîsyonê de daxwazên windayan di protokolê de cih bigirin."
Piştre Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Prz. Abdullah Zeytun çîroka komkujiya di 14'ê Tebaxa 1993'yan de li navçeya Têgorê ya Qersê pêk hat vegot. Zeytun wiha axivî: "Di 14'ê Tebaxa 1993'an de li navçeya Têgorê ya Qersê nêzî 20 gund bi armanca şermezarkirina zextên cerdevaniyê, ambargoya zexîre û serdagirtinên malan li Kocakoya hatin cem hev û ber bi Têgorê ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên di nav de jin û zarok jî heyî ji aliyê polîs û tîmên taybet ve li nêzî Têgorê pêşiya wan hat girtin û bêyî hişyariyê girse gulebaran kirin. Di encama gulebaran polîsan de jê 6 zarok 17 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn. Der barê 8 tîmên taybet ên komkujî pêk anîn bi sûcdariyên "Bi zanebûn mirov kuştin" û "Bi zanebûn teşebûsa kuştina mirovan" doz hate vekirin. Polîsan di parastina xwe de gotin ji nava girseyê gule û bombe avêtin wan. Li cihê komkujiyê ji bilî qalikên çekên polîsan ti tiştên din tinebûn. Di sala 2006'an de der barê polîsan bi hinceta "mudafeya rewa" biryara beraetê hat dayîn."
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Elihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Kolana Gulistanê çalakî li dar xistin. Gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Endamê ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Tarim ve hat xwendin. Tarim diyar kir ku di encama êrîşên çekdarî ya di 9'ê Hezîranê de Serokê ÎHYA-DER'ê Aytaç Baran jiyana xwe ji dest da û piştî vê êrîşan li heman endamên HDP'ê êrîş pêk hatin û 4 kes hatin qetilkirin û gelek kes jî hatin birîndarkirin. Tarim got ku kujerên vê bûyerê nehatine tesbîtkirin û wiha got: "Disa di mîtînga HDP'ê de di encama êrîşa bombeyî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û be sedan kes jî birindar bûn. Em vê yekê lanet dikin û bang li rayedaran dikin ku kujer bên dîtin û bên darizandin."
Çalakî 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Nûnertiya ÎHD’ê ya Geverê û xizmên windayan ji bo ku aqûbeta kesên di “kuştinên kiryar nediyar” de hatine qetilkirin bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 63’yemîn de li kolana Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Rêveberên Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê û Hevşaredarên Geverê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Naîm Aslan ê ku di 19’ê Gulana 1993’yan de dema kul i pişt Fermandariya Tabura Geverê pez diçêrin bi guleya leşkeran hate qetilkirin hate vegotin. Piştî rêzgirtinê Hunsu Aslan çîroka birayê xwe vegot û diyar kir ku leşkerên ku birayê wî kuştine piştre jî ji erdê kaş kirine.
Aslan wiha got: “Roja bûyerê cîranê me miribû, bavê min ji birayê min re gote ‘cîranê me wefat kiriye, li şûna min tu biçe ber pez’ Naîm li pişt Sîteya Sanayî û Fermandariya Taburê ya Geverê dema kup ez diçêrand leşkeran gule berdan û kuştin. Leşkeran ew j ilingên wî girtin û heta taburê kaşkirin. Cîranên me yên xwe gihandin bi zorê ew ji destên leşkeran derxistin. Leşkr wekî ku tiştek nebûbû eleqedar nebûn. Welatiyan bi derfetên xwe ve ew birin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê ligel mudaxaleyan birayê min nehat xilaskirin.”
Aslan destnîşan kir ku wan têkîldarî mijarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û Tirkiye hatiye mehkumkirin û wiha axivî: “Me li Dozgeriya Geverê gilî kir lê ti encam negirt. Piştre serî li DMME’yê da. Dadgehê Tirkiye mehkûm kir. Lê em wekî xizmên wî tu caran vê zilmê ji bîr nakin. Li cihana din be jî em ê dev ji wan bernedin.”
Xizmên windayan piştre 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bi dawî kirin û ji bo ku di hefteya 64’emîn de bên cem hev belav bûn.
ÎZMÎR
ÎHD a Îzmîrê ji bo aqûbeta kesên ku di bin çavan de hatine windakirin bipirse li ber Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Jibilî endamên komeleyê nûnerên partî û saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Winda diyar in, kiryar li kû ne” hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Li ser navê ÎHD’ê Îbrahîm Hanîzcî axivî û diyar kir ku di 24’ê Nîsana 1915’an de piştî ku rewşenbîrên ermen hatni sirgunkirin û qetilkirin li Tirkiyeyê kevneşopiya windakirinê didome, û ji wê demê heta niha bi sedan bûyerên windakirin û bi hezaran jî kiryarên nediyar pêk hatine.
Hanîzcî çîroka Kenan bîlgîn ê di 12’ê Îlona 1994’an de li Dîkmen a Enqereyê hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat girtin bi raya giştî re parve kir. Hanîzcî got ku piştî ku Bîlgîn hatiye binçavkirin li Emniyeta Enqereyê rastî îşkenceyê hatiye û bi vî rengî hatiye qetilkirin. HanîzcÎ da zanîn ku demeke dirêji ji Bîlgîn agahî nehatiye wergirtin û kesên ku Bîlgîn binçavkirine û qetilkirine li ser bûyerê girtine terfî kirine. Hanîzcî bilêv kir kul i Tirkiyeyê bi sedan kes ên bûne qurbanê kuştinên kiryar nediyar nehatine darizandin û wiha axivî: “Di bingeha vê sîstema ku necezakirin û bêedaletiyê diafirîne di warê qanûn û îdarî de bila bên guhertin. Di sucên li dijî mirovahiyê de demborandin nabe. Tirkiye divê peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo windakirinan de îmze bike.”
CIZÎR
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya hefteya 338'emîn de aqûbeta Abdulhekîm Tanriverdî yê sala 1993'an ji aliyê JÎTEM'ê ve hate windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteya 338'an li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin û pankarta "Albûma Şehîdan" vekirin. ÎHD, MEYA-DER, KURDî-DER, TUHAD-FED û Komeleya Alimên Botanê tev li çalakiyê bûn. Li ser navê dayikan Rêveberê Şaxa MEYA-DER'ê ya Cizîrê Veysî Durgut çîroka qetilkirina Abdulhekîm Tanriverdi vegot.
'DI LAŞÊ WÎ DE ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HEBÛN'
Veysî Durgut diyar kir ku di sala 1993'yan de endamên JÎTEM'ê hatine ber deriyê mala Abdulhekîm Tanriverdî û jê xwestinê ku radestî wan bibe û wiha got: "Endamên JÎTEM'ê ji Tanriverdî re gotin 'Heke ti teslîm nebî em ê bombeyê biavêjin mala te.' Li ser vê yekê Tanriverdî mecbûr ma û teslîmî wan bûye."
Durgut derbirî ku piştî ku endamên JÎTEM'ê tên Tanriverdî ji ber mala wî dibin birayê Tanriverdî diçe cem Cemal Temîzoz ku aqûbeta birayê xwe bipirse. Temîzoz jî wî re dibêje ku "Me birayê te kuştiye, li pey nekeve" û wiha axivî: "Di laşê Tanriverdi de şopên îşkenceyê hebûn. Dest û lingên wî girêdayi bûn. Ji ber ku wê çaxê kesî nedikarî serledana lêpirsinan bike malbatê jî ji tirsa zarokan deng nedikir."
'TEMÎZOZ QEBÛL KIRIYE LÊ NAYE DARIZANDIN'
Endamê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Abdulkerîm Pusat jî destnîşan kir ku kujerê Tanriverdi diyar e. Pusat bal kişand ser gotinên Cemal Temîzoz û got Temizoz qebûl kiriye ku wî Tanriverdi kuştiye lê hê Temîzoz nayê darizandin. Pusat sekna hikûmeta AKP'ê ya li hemberî girtiyên nexweş jî rexne kir û bi lêv kir ku divê her 4 partiyên çûne meclîsê demildest li ser rewşa girtiyên nexweş bixebitin.
Çalakî bi rûniştina çalakiyê ya jinan bi dawî bû.