Ji bo doza Ozgecanê nuqteya şopandinê hat avakirin
Jinên endamên Halkevlerî bal kişandin ser doza Ozgecan Aslan a li Tarsûsê pêk tê, li Kadikoyê Nuqteya Şopandina Dozê ava kirin.

Jinên endamên Halkevlerî ji bo balê bikişînin doza Ozgecan Aslan a di 11’ê Sibatê de li Mêrsînê hate qetilkirin a li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Tarsûs pêk tê û ji bo Ozgecanê daxwaza edaletê bikin li qada Îskeleyê ya Kadikoya Stenbolê, Nuqteya Şopandina Dozê pêk anîn. Jinên ku dowîzên “Ozgecan îsyana me ye, em ji kujerên jinan hesab bipirsin” “Guldunya, Ayşe Paşali, Ozgecan ew axivîn qetilkirina jinan zêde bûn” vekirin û diyar kirin ku wê dozê bişopînin.
Hande Yanar a li nuqteyê daxuyanî da diyar kir ku hêrsa jinan veguriye îsyanê îsyana wan jî veguheriyê piştevaniyê.
Yanar got ku AKP di îktîdara xwe ya 13 salan de polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike dimeşîne û wezareta ku ji vê yekê berpirsyar û divê pêşiya vê yekê bigire li hemberî her roj kuştina 5 jinan bêdeng dimîne. Yanar destnîşan kir ku divê kujerên jinan cezayê herî zêde bigirin û cezayên ku didin kujeran jî ji ber rewşa baş neyê kêmkirin. Yanar bal kişand pêwîstiya lezgîn a ji bo avakirina Wezareta Jinê.
Jin wê heta ku doz bi dawî bibe li Noqteya Şopandina Dozê çalakiya xwe bidomînin.