Li Frankfurtê ‘Şehîdên Meha Gulanê” hatin bîranîn
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn.
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn.
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn.
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk “Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.
Bîranîn saet 14:00’an bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Berdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Frankfurt Delal Alpaslan axaftina vekirinê kir. Alpaslan got: “Em îro ji bo bîranîna şehîdên Gulanê kom bûne. Nirxa herî bi qîmet a şehîdên me ji me re hiştiye xwedîderketina li bîranîna wan e û pêşxistina têkoşîna wan e.”
Yek ji berdevkên Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan a Ewroopayê Salih Cizîrî jî got, pêwîst e, mirov bi awayê herî baş xwedî li nirxên şehîdan derkeve.
Havîn Ceren jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axivî.
Bîranîn bi xwarinê bi dawî bû.