Li Parîsê êrîşa li Amedê hat şermezarkirin
Li Parîsê Kurdistaniyan û tevgerên çep ên Fransî bi yek dengî bi dirûşma, “Bibe yek bibe yek, li hember faşîzmê bibe yek” meşiyan.

Ji bo şermezarkirina êrîşa li Amedê Kurdistanî îro li qadan bûn. Çalakiya li Parîsê bi çalakiya Clement Merîc ê 6’ê Hezîrana 2013’yan ji aliyê faşîstan ve hat qetilkirin re hat lidarxistin. Rêxistinên çep ên Fransî, tevgerên anarşîst û pêkhateyên HDP’yî saet 14.00’an hatin gel hev.
Girse ji Bastîlle bi dirûşman dest bi meşê kir. Di tevahiya meşê de belavokên têkildarî bûyera li Amedê û êrîşên di pêvajoya hilbijartinê de hatin belavkirin. Dirûşmên “Em hemû HDP’yî ne”, “Faşîzmê duh li Parîsê Clement qetil kir, îro li Amedê em” hatin gotin.
Di tevahiya meşê de ji ber hewldanên anarşîstan ên li hember saziyên fîansê û bankayan bi polîsan re pevçûnên demkurt rû dan.
Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî û tevgerên anarşîst êrîşên li hember HDP’ê şermezar kirin.
Li Pere La Chaise Hevserokê KCD-E Murat Ceylan got: “Her ku tirsa wan mezin dibe êrîş û provokayonên wan didomin. Serî li her cure lîstikan didin. Lê wê gel bersivê di sindoqan de bide.”