TEV-ÇAND Ewropa civîna xwe ya navber pêk anî
TEV-ÇAND Ewropa, di civîna xwe ya navber de got, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin.
TEV-ÇAND Ewropa, di civîna xwe ya navber de got, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin.
TEV-ÇAND, li bajarê Essen ê Elmanyayê civîna xwe ya navber pêk anî. Ji gelek qadên Ewropayê nêzî 100 hunermend tevlî civînê bûn.
Di civînê de hat diyarkirin ku gel di nav dorpêçeke qirkirina çandî de ye û mijarên divê mirov li hember vê çawa têbikoşe hatin destgirtin.
Di civîna navber a TEV-ÇAND Ewropa de Rojava, Şengal û HDP hat silavkirin.
'HUNERMEND WÊ TECRÎDÊ QEBÛL NEKIN'
Di civînê de hat diyarkirin ku wê tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û hunermendên Kurd ji bo azadiya Ocalan wê biryara têkoşînê nîşan bidin.