Li Celle aktîvîteya ‘Şehîdên meha Gulanê çand û spor’

Li bajarê Celle yê Elmanyayê aktîvîteya ‘Şehîdên meha Gulanê çand û spor’ hat lidarxistin.

Li bajarê Celle yê Elmanyayê aktîvîteya ‘Şehîdên meha Gulanê çand û spor’ hat lidarxistin.

Li bajarê Celle yê Elmanyayê ji aliyê Ciwanên Azad ve ji Hannover û derdora wê 30 tîmên futbol û voleybolê tevlî aktîvîteya ‘Şehîdên meha Gulanê çand û spor’ bûn.

Aktîvîte di şexsê “Şehîdên meha Gulanê” de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê rêveberê NAV-DEM û Hevserokê Meclîs 1 a Navend a Hannover Abdullah Efe û endamê Ciwanên Azad Murat Kûrt ve hat kirin.

Di aktîvîteya ku nêzî 1500 kes beşdar bûn, ji bo zarokan jî qadên lîstîkê, standên xwarin û zanînê hatin vekirin.

Di aktîvîteyê de Koma Jiyan, Ciwan Çewlig, Emîn Seydo û henermendên herêmî stran gotin û govend hat gerandin. Piştî hat bihîstin ku HDP’ê bend derbas kiriye coş zêde bû.

Di maçên futbolê de Azadî Hamdûna bû yekemîn, Batman Spor bû duyemîn, Dengê Welat bû sêyemîn. Di maçên voleybolê de jî Jinên Ciwanên Azad Hannover bû yekemîn.

Komeleya Jinan a Hêvî ya Celle xelat belav kir.

...