Êrîşa li Amedê li Nurnberg hat şermezarkirin
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hat şermezarkirin.
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hat şermezarkirin.
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hat şermezarkirin. Meşa li Hallplatz destpê kir heta Lorenzkirche devam kir. Di çalakiyê de Kurdistanî, gelek rêxistin, kesayet û komên Tirkiyeyî jî amade bûn.
Di meşa ku DIDF, ATÎF, ATÎK, PARTÎZAN, Yenî Gun Nurnberg û pêkhateyên HDP’ê amade bûn êrîşa li hember mîtînga Amedê hat şermezarkirin.
Nûnerê YNK’ê yê Nurnberg jî tevlî meşê bû û êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê şermezar kir.