Êrîşên provokatîf ên li Amedê hatin şermezarkirin

Sendîkayan û rêxistinên girseya demokratîk, êrîşên provokatîf ên di pêvajoya hilbijartinê û piştî wê de rû dan şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku êrîş bi piştgiriya dewletê hatine kirin.

Sendîkayan û rêxistinên girseya demokratîk, êrîşên provokatîf ên di pêvajoya hilbijartinê û piştî wê de rû dan şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku êrîş bi piştgiriya dewletê hatine kirin.

Li ser banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê rêxistinên girseyî yên li ber Lîseya Galatasaray kom bûn, êrîşên provokatîf ên di pêvajoya hilbijartinê û piştî wê rû dan û bûn sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin û birîndar bibin şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankarta, “Ji Îradeya Gel re Hurmet, ji Provokasyonan re Na” hat vekirin, hat diyarkirin ku êrîş bi piştgiriya dewlet û desthilatdariyê hatine kirin û failên gelek êrîşan nehatine girtin. Di çalakiyê de dirûşmên, "Bijî Biratiya Gelan”, “Li hember faşîzmê mil bi mil” hatin gotin. Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Cesîm Soylu jî tevlî çalakiyê bûn.

Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel got, êrîş ji aliyê kesên pira xwişk û biratî û ‘Jiyana Nû’ ya hatiye avakirin hezm nakin pêk hatiye.

Piştî Tuncel Berdevkê Demê yê KESK’ê Turgut Yokuş, diyar kir ku AKP îradeya girtina failên êrîşan nîşan nade û got ku bi êrîşan re tê xwestin îradeya gel bê îpotekkirin, atmosfera komkujî û tirsê bê avakirin.

Yokuş diyar kir "JÎTEM’a AKP’ê di dewrê de ye” û di êrîşa li hember mîtînga Amedê de dihat xwestin bi sedan mirov bên kuştin. Yokuş bal kişand ser kuştina Serokê Îhya-Der û piştî wê ku Hîzbûllahçiyan 3 welatparêz qetil kirin û got: “AKP terora hîzbul-kontra ya salên 90’an ji nû ve dixe piyasayê.”