Dayik Hatîce Comert: Em ê heta dawiyê têbikoşin
Rûniştina doza Abdullah Comert ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, taloqî 19’ê cotmehê hat kirin. Dayik Hatîce Comert got: “Li vî welatî edalet tine? Em ê serî netewînin, heta dawî têbikoşin."
Rûniştina doza Abdullah Comert ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, taloqî 19’ê cotmehê hat kirin. Dayik Hatîce Comert got: “Li vî welatî edalet tine? Em ê serî netewînin, heta dawî têbikoşin."
Abdullah Comert ê 22 salî ku di dema protestoyên Parka Geziyê de bi kapsula gaza îsotê ya polîsan avêt, jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî polîsê Comert qetil kir de doz hat vekirin û 4. Rûniştina dozê li 2. Dadgeha Cezaya Giran a Balikesîrê pêk hat.
Polîsê gumanbar Ahmet Kuş bi pergala SEGBÎS beşdarî rûniştinê bû. Malbata Comert û parêzerên wî jî gotin: “Polîs hedef nîşan daye û Abdullah Comert qetil kirine.”
Heyeta dadgehê daxwaza girtina polîsê gumanbar red kir û rûniştin taloqî 19’ê Cotmehê kir.
Dayika Comert, Hatîce Comert diyar kir ku li vî welatî edalet tine û got wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.