Gerîlayê ARGK’ê Dûrak li Hîldesheim hat bîranîn

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê gerîlayê ARGK’ê Ahmet Dûrak ê bi nasnav Xemgîn hat bîranîn.

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê gerîlayê ARGK’ê Ahmet Dûrak ê bi nasnav Xemgîn hat bîranîn.

Ji bo gerîlayê ARGK’ê Ahmet Dûrak (Xemgîn) ê sala 1994’an ji Ewropayê tevlî nav tekoşîna azadiyê bû, sala 1997’an li Kure Jehro jiyana xwe ji dest da û ji aliyê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê nasnameya wî hat diyarkirin merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Merasîmê bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Hîldesheim ê Elmanya bi rêzgirtinê destpê kir.

Ji aliyê malbatê ve ji bo Dûrak mewlûd hat xwendin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Beşîr Gonen û li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Bavê Husên axivî. Piştî sînevîzyonê nameya ku Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a re ya PKK’ê ji bo malbata Dûrak nivîsandibû hat xwendin. Di bîranînê de dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

...