Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteya 169'emîn de daxwaza azadiya girtiyê nexweş Faruk Ruzgar ê ku ji sedî 81.91 felc e kir.
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya rûniştina Tîpa "F" ya 169'emîn li ber Lîseya Galatasarayê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin" û "Em naxwazin tu kes li girtîgehan bimirin, bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û dirûşmên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan", " Tecrîdê rakin mirina girtiyên nexweş bidin sekinandin" û "Bila Faruk Ruzgar serbest bê berdan" hatin berzkirin.
Daxuyaniya hefteyî ji aliyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Hulîsî Zeybel ve hat xwendin. Zeybeyl da zanîn ku di girtigehan de 282 giran bi tevahî 720 girtiyên nexweş hene û tecrid û rewşa girtigehan hem tendurîstiya mêjî û hem jî ye bedenê xirab dike. Zeybel anî ziman ku girtiyên di şert û merçên nebaş de dijîn û wiha got: "Li girtîgeha gelek qelebalix tenê doktorek lê dkmîne û û ew jî hefteyê 3-4'an rojan tenê tê girtîgehê. Ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Girtiyên nexweş bi kelepçe tên tedawîkirin." Zeybel derbirî ku ji ber derfetên tedawîkirinê nîn in mafê girtiyan ê "taloqkirina ceza" tê binpêkirin û wiha pê de çû: "Lijneya Edlî ya Tipê û nexweşxanê nexweşên ku nexweşiyên wan hatine teşhîskirin qeyd nakin û rapora 'Dikarin li nexweşxaneyê bimînin" didin wan."
Zeybel bal kişand ser rewşa nexweşê şekir û felc Faruk Ruzgar wiha domand: "Teblîgat neçû destê Faruk Ruzgar lê disa ew girtiye. Ruzgar ev 30 sal in nexweşê şekir e û ji ber nexweşiya şekir felc bûye. Rapora wî ya astengdariya heta hetayê heye. Ruzgar ev du sal in ku di girtigehê de ye û encax bi alîkariya hevalên pêdiviyên xwe bi cih tîne. Rapora Ruzgar a ku ji sedî 60 astengdar e heye. Ji ber şekira wî bilind e çavê wî jî nabînin. Lê ligel hemû nexweşiyên dibêjin ku ew bi tenê nexweşê şekirê ye."