Cenazeyê şervanê Azerî yê BOG'ê Mahîr Arpaçay (Tamer Arda) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve bi bi strana 'Bîr ogul buyutmelîsîn/divê ti kurekî mezin bikî' hat definkirin.
Şervanê Azerî yê BOG'ê Mahîr Arpaçay (Tamer Arda) di şerê bi çeteyên DAIŞ'ê re li herêma Girê Spî jiyana xwe ji dest da û ji hêla malbat û hezaran kesî ve li Stenbolê hat definkirin. Ji bo şervanê BOG'ê Arpaçay Mizgefta Halkali Zeynebiyeyê merasîm pêk hat. Di merasîmê de malbata Arpaçay, malbata Suphî Nejat Agirnasli, dayika şervanê BOG'ê Bedrettîn Akdenîz Sabîha Akdenîz, Serokê Giştî yê SDP'ê Ufuk Gollu, nûner û rêveberên rêxistinên sivîl û bi hezaran welatî amade bûn.
'GELÊ AZERÎ ME HEMBÊZ KIR'
Bavê Arpaçay Necep Arpaçay di merasîmê de axivî û got ku kurê wî di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anî ziman: "Mahîr li hemberî DAIŞ'ê li eniya pêş şer dikir û bi 2 guleyan jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku gelê Azerî me tenê nehişt û hembêza xwe ji me re vekir em spasiya xwe pêşkêşî wan dikin. Tamer Arda rêberê min bû û kurê min jî navê wî li xwe kir. Me wî di Hezîranê de winda kir." Piştî nimêjê welatiyan cenazeyê Arpaçay bi alên YPG û BOG'ê xemilandin û bênavber dirûşmên "Kujer DAIŞ'ê wê hesab bide", "Sûriye ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Azerî serê xwe natewînin, Mahîr nemire" berz kirin û li ser rêya Fatîhê meşiyan. Piştî cenaze li wesayîta cenazeyê siwar kirin çûn Goristana Kayabaşiyê ya Başakşehîrê.
'TIŞTA DIKEVE SER MILÊ ME VÊ ŞOREŞÊ LI HER DERÊ BIDIN JIYÎN'
Di merasîma li goristanê pêk hat pankarta "Şehîd namirin" a wêneyê ku Arpaçay li ser hebû, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û PKK'ê hatin hilgirtin. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylu axivî û got ku Arpaçay li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên dixwestin Rojava bikin dojeh şer kir û di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Soylu anî ziman ku ev têkoşîna Arpaçay ê Azerî meşandiye bûye pira navbera gelan û wiha axivî: "Rojava şoreşeke ku diyarî mirovahiyê hatiye kirine. Lehengên vê şoreşê Mahîr û hevalên wî ne. Tişta dikeve ser milê em em layiqî vê têkoşînê bin û vê têkoşînê li her derî bidin jiyîn."
'EM Ê BIBIN ZIMANÊ WAN Û LI HER DERÊ BIQÎRIN'
Dayika Akdenîz ê ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû Sabîha Akdenîz got ku ew ê têkoşîna van lehengan bidomînin û wiha axivî: "Negirîn, mirov li ser miriyê xwe digirîn lê ev zarokên me nemrin û li ser piyan e. Em ê jî bibin zimanê wan û li her derê têkoşîna van biqîrin."
Piştî axaftinan li ser wasiyeta Arpaçay bi strana "Bîr ogul buyutmelîsîn/divê ti kurekî mezin bikî" û bi dirûşma "Mahîr Arpaçay nemire" hat definkirin.
Li Komeleya Kamişli Yore ya Halkaliyê 3 rojan sersaxiya ji bo Arpaçay were qebûlkirin.