‘Divê em têkoşînê derxin asta herî jor’

Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê (KGDE), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û Federasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê têkildarî êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.

Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê (KGDE), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û Federasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê têkildarî êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bersiva herî baş wê di 7’ê Hezîranê de bê dayîn.

KGDE: DEWLETA FAŞÎST ÊRÎŞ DERXIST ASTA HERÎ JOR

Piştî propagandayên hilbijartinê destpêkirin şûnde li dijî HDP’ê nêzî du sed êrîş pêk hatin. Bi êrîşa ku di 5’ê Hezîranê de li dijî mîtînga Amedê pêk hat re ev gihişt asta herî jor. Dîktatoriya faşîzan a mêtingerên serdest ên Tirk ên bi pêşengiya AKP û Erdogan, her roj êrîşên şoreşger, demokrat, komûnîst, sosyalîst û parêzvanên mafê mirovan dikin. Sedema evqas êrîşên li dijî HDP’ê, ev e ku îradeya gelê Kurd nas nake û destûrê nadin temsiliyeta azad. Herî dawî li Çewlîk, Êlih û Amedê êrîş pêk hatin. Ev li dijî îradeyê ye. Lê ev îrade li dijî van êrîşan serî natewîne. Ev êrîş wê pêşî li têkoşînê negire. Bersiva herî baş ev e ku di 7’ê Hezîranê de her kes biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP’ê. Kesên di êrîşên dawî de jiyana xwe ji dest dane wê bibin meşaleyên qadên mezin. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin. Banga bilindkirina têkoşînê didin.

SODAP: KOMKUJÎ WÊ TIŞTEKÎ BI WE NEDE QEZENÇKIRIN

Dîktatoriya ku dawiya wê tê, her tiştî dike. Ji bo jiyana wan ya luks tiştek nebe, zêdetir çavsor dibin. AKP ya ku dizane wê di hilbijartinan de darbeyek mezin bigire, di her firsendê de HDP’ê hedef nîşan dide. Ew baş dizanin, HDP a hemû gel di bin sîwaneya wê de civiyane, wê dawiya wan bîne. Ji ber vê jî bi her cure reşkirin û operasyonan dixwazin HDP’ê marjînalîze bikin. Êrîşên xwe berdewam kirin. Li Agiriyê provakasyon kirin. Buroyên HDP’ê kevirkirin, bombebarankirin.  Li Çewlîkê Hamdullah Oge qetilkirin. Li Erziromê wesayît şewitandin.  Herî dawî êrîşê mîtînga Amedêkirin, 20 giran 200 birîndar û 4 mirî hene. Em bang li hemû bindest û kesên tine hatine hesibandin dikin ku xwedî li pêşeroja Tirkiyeyê û HDP’ê derkevin.

AEGF: BÊDENG NEMÎNIN

HDP di pêvajoya hilbijartinê de rastî 180 êrîşê hat. HDP’ê bi bernameya xwe, AKP û Erdogan ji xetê derxistiye. Wisa ye ku serokkomar li qadên hilbijartinê di her firsendê de HDP’ê hedef nîşan dide. AKP ya ku ev 13 sale desthilatdare, her diçe piştgiriya ji gel digire winda dike. Li Mersîn, Edene, Çewlîk û reziromê êrîşên mezin pêk anîn. Herî dawî jî li Amedê bi armanca komkujiyê bombe hatin teqandin û ev ji aliyê AKP û Erdogan ve hatiye kirin. Berpirs diyar in. AKP û Erdogan hewl didin HDP’ê di bin bendê de bihêlin.