Dayikan li aqûbeta Guney ê piştî darvekirinê hat windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de li aqûbeta Veysel Guney ê 11'ê Hezîrana 1981'ê hate dervekirin û cenazeyê wî teslîmî malbatê nehate kirin pirsîn û wiha gotin: "Ev welatekî wisa ye ku ji cenazeyên şoreşgeran ditirse."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de li aqûbeta Veysel Guney ê 11'ê Hezîrana 1981'ê hate dervekirin û cenazeyê wî teslîmî malbatê nehate kirin pirsîn û wiha gotin: "Ev welatekî wisa ye ku ji cenazeyên şoreşgeran ditirse."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya hefteya 533'yemîn li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in winda li ku ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di destpêka daxuyaniye ji bo Guney ê hat darvekirin strana "Benim meskenim daglardir" gotin.

Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir axivî û diyar kir ku Veysel Guney ji aliye dewletê ve hate darvekirin û cenazeyê wî hat windakirin û wiha got: “Cenazeyê Guney teslîmî malbata wî nehate kirin û gora wî jî veşartin. Em dixwazin cenazeyê me teslîmî me bikin.” Xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren jî axivî û wiha got: “Ev welat welatekî wisa ye ku ji mirina şoreşkeran ditirse. Di fitrata dewletê de îşkence, binçavkirin, mirin û komkujî heye.” Eren da zanîn ku Tirkiyeyê he jî bi hişmendiya cuntaya 12’ê Îlonê tê rêvebirin û bang li hemû kesan kir ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.

‘DIVÊ HIKÛMETA AVA BIBE LI QADA GALATASARAYÊ BI DAYIKAN RÊ MUZAKERE BIKE’

Parlamentere CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî axivî û diyar kir ku divê di sûcê mirovahiye de demborandin rabê û hikûmeta nû bê avakirin divê bi Dayiken Şemiyê re û li Qada Galatasarayê muzakere bike.

Biraziyê Veysel Guney Dogan Guney jî axivî û diyar kir ku apê wî ji ber serokê karkeran û sosyalîstan bû hat darvekirin û wiha got: "Dewlet ji bo qetlîaman rewa bike her tim tiştekî dibîne.” Guney anî ziman ku wî heviya xwe ya ku apê wî bê dîtin qet winda nekiriye û wiha axivî: “Apê min dema çû ber sêdarê jî ji coşa xwe winda nekiribû bi stranan çû ber sêdarê. Wexte apê min hat darvekirin tenê deqeyek destûra dapîr û bapîre min dan ku wî bibînin. Em her tim bi we deqeya wî dawî jiyin.” Guney bilev kir ku ew bi wan kesên hatin windakirin serbilind in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta em hebin em ê tekoşîna xwe bidin meşandin.”

‘HAT DARVEKIRIN Û PIŞTRE CENAZEYE WÎ HAT WINDAKIRIN’

Daxuyaniya hefteyî ji aliyê Umît Efe ve hat xwend û diyar kir ku di darbeya 12’ê Îlonê de 50 kes hatin darvekirin û ji wan cenazeyên Îlyas Has û Veysel Guney teslîmî malbatên wan nehatin kirin. Efe anî ziman ku cenazeyê Îlyas Has piştî darvekirina wî 28 salan hatiye dîtin û lê cenazeyê Veysel Guney 34 salin hê jî ji mala wî tê veşartin û wiha axivî: “Veysel Guney (24) li Dîlokê hat binçavkirin. Li Dadgeha Edenêyê hat darizandin. Rûniştin yekemîn di dîroka 6'ê Sibata 1981’an de ya duyemîn jî di 17'ê Sibata 1981’an de pêk hatn û piştî rûniştina duyemîn ew hat darvekirin. Daxwaza wî ya parezer jî hat redkirin. Biryara meclîsê tinebû lê disa 10’ê Hezîrana 1981’an de li Girtigeha Dîlokê Guney hat darvekirin. Dema Veysel Guney hat darvekirin malbata wî ji bo xatirxwestine çûn cem lê di navbera wan û kure wan de lêşker disekînin û destûra dayika wî ya wî hembez bike nedan. Dayika Guney Zeynep Guney heta dawîya emrê xwe bi eşa ku kure xwe hembêz nekir dijiya. Penûs, cigare û çakmeke bi girtekan teslîmi bavê wî kirin. Malbata Veysel xwest cenazeyê kure xwe bibê lê Serheng Burhan Erdem ê ku girtekê bide malbatê neda."

‘DEST JI HIŞMENDIYA 12’Ê ÎLONÊ BERDIN’

Efe da zanîn ku hişmendiya ku Veysel Guney windakirî 34 salin li ser kar in û wiha pê de çû: “Seroke dadgehê Serdar Ahmet Arisüt, endamên dadgehê Ayhan Ulusoy û Guney Sert Veysel kesê ku biryara darvekirinê dan  û dozger Caner Ersu kujerê Veysel Guney in. Ji darvekirina Veysel Guney di serî de Kenan Evren û lêşkerên 12’ê Îlonê Fermandar Şahabettîn Balkan û Serheng Burhan Erdem ên Dîlokê berpirsiyarin.”

Efe bang li dewletê kir ku dest ji hişmendiya 12'ê Îlonê berde.