Li Marsîlya di navbera 11-13’ê Hezîranê de Mîhrîcana Arîn Mîrxan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo Mîhrîcana Arîn Mîrxan a wê îsal cara yekemîn bê lidarxistin daxuyaniya çapemeniyê pêk hat.

Ji bo mîhrîcana wê 11-12-13’ê Hezîranê de pêk bê, Navenda Çanda Elewiyan a Marsîlya, Komîteya Meşa Cîhanê ya Jinan, Kollektîfa Mafê Jinan û nûnerên Meclîsa Jinan a Kurd a Arîn Mîrxan a Marsîlya têkildarî armanca pêkanîna mîhrîcanê û bernameya wê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin.
Komîteya Amadekar diyar kir ku mîhrîcanê diyarî jinên di serî de li Kobanê û Şengalê li hember dijminê mirovatiyê çeteyên DAIŞ’ê têkoşîna azadiyê ya li Rojhilata Navîn hêviya gelan e dimeşînin dikin. Di daxuyaniyê de ji ber heta niha failên qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez nehatine dîtin hat rexnekirin. Her wiha hat bibîrxistin ku pêwîst e Kobanê ji nû ve bê avakirin.
Komîteya Amadekar ragihand ku di mîhrîcanê de li gel pêşandana fîlman, wê pêşangeha resîm û wêneyan bên vekirin û konser pêk bên. Komîteya Amadekar banga tevlîbûnê li welatparêz, derdorên sosyalîst û çep kir ku tevlî mîhrîcanê bibin.
Wê fînala mîhrîcanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlya 13’ê Hezîranê li qada konserê ya Docks des Sud à Marseille pêk bê.