Êrîşa li Amedê li Parîs hat şermezarkirin
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê li paytexta Fransa Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê li paytexta Fransa Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê li paytexta Fransa Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Girseya di nav de Koordînasyona Fransa ya HDP’ê, CDK-F, ACTIT, nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a li Parîs û derdora wê ji ber Navenda Çand û Hunerê ya Kurd heta Bîrdariya Serketinê ya li Strasbourg Saint Denis meşiya. Di mîtîngê de dirûşmên, “Qatil AKP”, Dîktator Erdogan”, “Bijî HDP”, Bimire rejîma faşîst a Tirkiye” hatin gotin.
Li ber bîrdariyê piştî deqeyek rêzgirtinê ji Koordînasyona Fransa ya HDP’ê Îsmaîl Çakici axaftinek kir. Çakici êrîş şermezar kir û got ji ber hikûmeta AKP’ê û Erdogan ên ditirsin HDP bendê derbas bike bûne sedema êrîşan.
Hevserokê KCD-E Murat Ceylan jî di axaftina xwe de got: “Sedema van êrîşan ev e ku Davutoglu û Erdogan HDP’ê dikin hedef.”
Ceylan diyar kir bi van êrîşan wê pêşiya HDP’ê neyê girtin û gelên Tirkiyeyê wê di sindoqê de hesab ji rejîmê bixwaze.
Seval Gundogdu ya li ser navê ACTIT axivî got, teqîna li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê provokasyon û tehlûkeya komkujiyê ya hişyariya wê dihat kirin e.
Her wiha têkildarî êrîşa li Amedê navendên Civaka Demokratîk ên li Parîs û derdora wê, rêxistinên şoreşger, çep û sosyalîst gotin “Em ê îro saet 14.00’an di van rojên ku faşîzm gihiştiye asta herî jor, bi gotina, em ê biçin Meclîsê em li Qada Bastîle ne.”