Pirtûka 'Kurdistan, Mirovên Rojê' bi Katalanî hat weşandin

Weşanxaneya Paper a li Katalan Tigre'yê, bi navê 'Kurdistan, Mirovên Rojê' pirtûkek ji 400 rûpelî weşand.

Weşanxaneya Paper a li Katalan Tigre'yê, bi navê 'Kurdistan, Mirovên Rojê' pirtûkek ji 400 rûpelî weşand. 

Di pirtûkê de bal tê kişandin ser rewşa heyî ya gelê Kurd a di salên dawî de veguheriye aktorekî xurt ê polîtîk û kokên dîrokî yên vê rewşa serketî. 

Di pirtûkê de çar parçeyên Kurdistanê bi çar beşan tê ravekirin û rewş û pêşketina Kurdên li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê tê vegotin. Di pirtûkê de tê gotin," Ereb, Pers û Tirk ku hêzên mezin ên herêmî ne, ji bo qadeke berfireh a ji 440,000 kîlometre kareyî bi dest bixin têkoşiyan. Kurdên ku her tim ji aliyê cîranên xwe ve rastî komkujiyê hatin, bi xeyalên xwe yên aştiyê yên hatin parçekirin re, çalakiyên xweparastinê pêk anîn. Xeta gelê Kurd vê yekê bi awayekî vekirî radixe pêş çavan; eger xwe neparêzin, çarenûsa wan mehkûmî tinebûnê ye."

Di dawiya pirtûkê de bal tê kişandin ser destketiyên heyî yên li Kurdan û ev pêşketina civakî tê lêkolînkirin.