DYE ji Ûkraynayê dûr dikeve: Mijarên me yên girîngtir hene

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio got, ew ê lê binêrin ka li Ûkraynayê aştî dibe yan na, eger nebe wê DYE rêya xwe dewam bike ji ber ku mijarên hîn girîngir hene.

Rubio rojek piştî civîna li Parîsê di navbera Emerîka, Ewropa û Ûkraynayê de hatî kirin, daxuyanî da û got, “Mijarên DYE’yê yên hîn girîngtir hene.”

Rubio li balafirgeha Le Bourget a li Parîsê, daxuyanî da rojnamevanan û got, “Divê em di nava çend rojên pêşiya xwe de diyar bikin ka (aştî) dibe yan na.”

Rubio ev tişt jî bilêv kir: “Eger çênebe, divê em rêya xwe dewam bikin. Mijarên DYE’yê yên hîn girîngtir hene.”

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio wiha got: “Ez difikirim ku Îngilistan, Fransa û Elmanya dikarin alîkarî bidin me, karan pêş bixin û me nêzî çareseriyê bikin. Min fikrên wan gelek bisûd û afirêner dît.”