Li Afrîkayê jinan tesîsa madenê ya Çînî ya zirar dida xwezayê îmha kirin

Bi sedan jinên li bakurrojavayê Gine-Bissauyê roja Yekşemê kaneke madenê ya Çînî dan ber agir. Jinan li hemberî talana xwezayê ya ji ber derxistina madena bi navê zîrkon ku di cewahîrî û pîşesaziya nukleerê de tê bikaranîn, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Hate ragihandin ku tevahiya kana madenê ya Çînî şewitiye. Li gorî şahidan piştî bûyerê gelek jin û muxtarek hatine binçavkirin.

Waliyê herêmê diyar kir ku hêzên ewlehiyê nekarîne pêşî li bûyerê bigirin û Wezîrê Karên Hundirîn Botche Cande jî got: ‘’Dewlet ji bo peydakirina vebedêran hewl dide. Mafê tu kesî nîne ku mal û milkê wan bişewitîne.’’ Botche bûyer şermezar kir û diyar kir ku divê jinên tawanbar werin girtin.

Jinên li herêmê jî dibêjin ku hemû zeviyên wan ên birîncî hatine tunekirin, li herêmê heya masî jî nemane û tesîsa madenê bêyî destûra welatiyan hatiye vekirin û bertekên wan hatine paşguhkirin.

Li Gine-Bissauyê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke yek ji welatê cîhanê yê herî kêm pêşketî ye tê nîşandan, ji ber bêîstîkrariya siyasî û gendeliyê kiryarên derqanûnî roj bi roj zêdetir dibin.