Îran: Dewlemendkirina ûranyûmê ne mijara hevdîtinan e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi têkildarî hevdîtinên li gel Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) daxuyaniyek da û diyar kir ku karê dewlemendkirina ûranyûmê yên Îranê ne mijara hevdîtinan e.

Arakçi 16’ê Nîsanê roja Çarşemê piştî civîna desteya wezîran daxuyaniyek da û got: "Li hemberî metirsiyên têkildarî bernameya me ya nukleerê, em amade ne ku baweriyê bidin. Lê belê nabe ku mafê me yê dewlemendkirina ûranyûmê were nîqaşkirin."

Arakçi diyar kir ku rayedarên DYE’yî daxuyaniyên binakok didin û got,ew bi baldarî nêzî pêvajoya muzakereyan dibin.

Ev daxuyanî piştî banga Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê DYE’yê Steve Witkoff a ‘’divê Îran dewlemendkirina ûranyûmê bide sekinandin’’ hate dayîn.

Steve Witkoff, doh li ser medyaya dijîtal X’ê got: "Divê Îran bernameyên xwe yên dewlemendkirina ûranyûmê û çekên nukleerî bi temamî bide sekinandin û ji holê rake." 

Tehranê jî li hemberî van gotinên Witkoff nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Îran û DYE’yê li ser pêkanîna hevdîtina têkildarî bernameya nukleerê ya 19’ê Nîsanê roja Şemiyê ya bi navbeynkariya Ûmmanê li hev kirin.

Serokê Olî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney diyar kir ku ew piştgiriyê dide muzakereyan lê belê têkildarî encamên hevdîtinan gumanên wî hene.

Ev demeke dirêj e welatên Rojavayî bi taybet jî DYE guman dike ku Îran dixwaze çekên nukleerî bi dest bixe. Tehran jî van îdîayan red dike  û dibêje ew bi tenê ji ber armancên sivîl enerjiya nukleerî bi kar tîne.