Îran û DYE wê li Romayê bicivin
Îran û DYE têkildarî peymana nukleer, wê îro li Romayê civîna xwe bidomînin.
Îran û DYE têkildarî peymana nukleer, wê îro li Romayê civîna xwe bidomînin.
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) têkildarî peymana nukleer, wê îro li Romayê hevdîtinê bikin. Her du welatan ragihandibûn ku hevdîtinên hefteya borî, baş derbas bûn. Civîn wê îro li paytexta Îtalya Romayê, li ber siya gefa Serokê DYE’yê Donald Trump a ‘eger lihevkirin çênebe, wê çek bikevin dewrê’ were lidarxistin.