Dewleta Çekê di dîroka xwe de cara ewilî petrola Rûs bi temamî qut kir

Dewleta Çekê cara ewilî bi temamî dawî li girêdana xwe ya 60 salan a bi petrola Rûs re anî.

Rayedaran ragihandin ku ew êdî dilopek jî ji petrola Rûs nagirin. Komara Çekê bi pêvajoyeke weke bersiva destpêkirina êrîşa Rûs a li Ûkraynayê, bi fermî eşkere kir ku dawî li girêdana xwe ya 60 salan aniye.

Serokwezîr Petr Fiala daxuyanî da çapemeniyê û got, “Di dîroka me de cara ewilî Komara Çek’ê ne bi petrola Rûsan tîmar dibe.”

Welatê bloka berê ya Komunîst berê girêdayî xeta boriya Druzhba bû ku di sala 1960’an de kete xizmetê.

Welatê ku ji ber cihê xwe yê bi bejahiyê dorpêçkirî, bi mûafiyetê ji razemeniyên Yekîtiya Ewropayê (YE) sûd werdigire, di sala 2024’an de zêdeyî %40’ê petrolê hîna li ser vê guzergahê îthal dikir.

Lê belê di destpêka meha Adarê de, tedarîka petrolê rawestand û piştî xebatên berfirehkirinê ya ku ji 60 milyon euroyê re dibe mal, êdî petrola xwe hemûyê ji xeta boriyê ya TAL digire.

Serokwezîr Petr Fiala roja Çarşemê ragihand: “Teslîmatên nû hatine.”

Li gorî Fiala hecmê 8 milyon tonî ya salane û ya hatî plankirin, “wê mezaxtina neteweyî di nava ewlehiyeke tam de pêşwazî bike.”

Xeta boriyê ya TAL petrola xam a ji Deryaya Hezarê, Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur hatî îthalkirin, ji lîmana Trieste ya Îtalyayê dihilgire. TAL Îtalyayê girêdayî Elmanyayê dike û ji vir jî bi xeta boriyê ya IKL digihîne Komara Çekê.

TAL a ku di sala 1967’an de ketî meriyetê, ayîdê konsorsiyumeke ku ji 8 komên petrolê pêk tê. Ku şîrketa dewleta Çek’ê û dêwên cîhanê Shell, Eni û ExxonMobil jî di nava vê komê de ne.

Komara Çekê yan jî bi navê din Çekya di sala 1993’yan de bi parçebûna Çekoslovakyayê re hate avakirin. Çekya zûve ye ji gaza Rûsan rizgar bûyî û ji bo dabînkirina benzîna ji bo du santralên nukleer jî, dixwaze dest ji karanîna uranyumê berde.