DYE’yê bang li Ewropayê kir ku biryarên girîng bide

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio, beriya hevdîtina nûnerên DYE û Îranê ya ku wê li Romayê pêk were, bang li Ewropayê kir ku di zûtirin demê de têkildarî ‘’cezakirinên Îranê’’ biryarên girîng bidin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio li bajarê Parîs ê Fransayê daxuyaniyek da û got: ‘’Divê Ewropa têkildarî jinûvecezakirinan di demeke kurt de biryarên girîng bidin. Ji ber ku Îran bi awayekî eşkere li gorî lihevkirina heyî tev nagere.’’

Marco Rubio yê ku beriya niha jî pêşniyar kir ku ger Tehran armancên xwe yên nukleerê sînordar bike li hemberî vê yekê wê cezayên wê werin kêmkirin, ev yek anîn ziman: ‘’Em hemû jî li bendê ne ku ji Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) raporeke têkildarî ku Îran li gorî lehevkirinê tev nagere û roj bi roj zêdetir nêzîkî dabînkirina çekên talûke dibe, bistînin.’’

Serokê UAEA’yê Rafael Grossi serdana Tehranê kir û roja Pêncşemê di daxuyaniyeke xwe de anî ziman ku kêm wext maye ku di mijara bernameya nukleerê de li gel Îranê lihevkirinek pêk were.

Grossi di serdana xwe ya ji bo Tehranê de got: ‘’Di çarçoveya van hevdîtinên girîng de em di qonaxeke krîtîk de ne. Gelekî kêm wextê me maye. Ez ji bo hêsankirina vê pêvajoyê li vir im.’’

Di serî de DYE welatên Rojavayî û Îsraîl guman dikin ku Îran hewl dide çekên nukleerî bi dest bixe. Tehran jî van îdîayan red dike û dibêje ew bi tenê ji ber armancên sivîl enerjiya nukleerî bi kar tîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îran û DYE’yê  hefteya borî roja Şemiyê li Ummanê hevdîtinek pêk anîn. Her wiha hevdîtina ku wê li Romayê jî pêk were wê bi navbeynkariya Ummanê be.